Gelo Elameta “Rojên Dawîn” yan “Dema Dawîn” Çi ye?
Cewaba Kitêba Pîroz
Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku di “dawiya dinyayê” de yan di “dawiya vê dewranê” de li ser rûyê erdê çi wê biqewime, hal û hereketên mirovan û rewşa dinyayê wê çawa bibe (Metta 24:3, Mizgînî, Wergera Weşanên DO). Kitêba Pîroz vê dem û dewranê wek “rojên dawîn”, “dema dawîn” yan “zemanê dawiyê” bi nav dike (2. Tîmotêyos 3:1; Danîêl 8:19, Mizgînî, KP).
Kitêba Pîroz ji berê ve li ser “rojên dawîn” çi gotibû?
Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû ku li ser rûyê erdê gelek tişt wê di heman demê de biqewimin. Ew gişt bi hev re dibin “nîşana”, yanî elameta rojên dawîn (Lûqa 21:7). Ka bala xwe bide van mîsalan:
Şerên li seranserê dinyayê. Îsa Mesîh ji berê ve gotibû: “Milet wê li hember miletan, padîşahî li hember padîşahiyan rabin” (Metta 24:7). Ev fikir di Peyxam 6:4 de jî derbas dibe. Ev ayet behsa siwarekî mecazî dike. Ew siwar şeran temsîl dike û “aştiyê ji dinyayê” radike.
Xela. Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku “wê li cih cihan xela … çêbin” (Metta 24:7). Kitêba Peyxamê behsa siwarekî din ê mecazî dike. Ew siwar dibe sebeb ku li gelek cihan xela çêdibe (Peyxam 6:5, 6).
Erdhejên mezin. Îsa Mesîh gotibû ku “wê li cih cihan … erdhejîn çêbin” (Metta 24:7; Lûqa 21:11). Ev erdhejên mezin bi awayekî ku berê tu carî wisa mezin çênebûbûn li seranserê dinyayê dibin sebebên kul û derdan û mirina gelek mirovan.
Nexweşî. Îsa Mesîh gotibû, nexweşiyên ku zû belav dibin wê derkevin meydanê (Lûqa 21:11).
Sûcên giran. Helbet sûcên giran ji rojên berê heta îro hene. Lê Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku di rojên dawîn de neheqî wê zêdetir bibe (Metta 24:12).
Xerakirina dinyayê. Peyxam 11:18 ji berê ve gotibû ku mirov wê dinyayê xera bikin. Ew vê yekê bi gelek awayan dikin – ne tenê bi destê rişwet, zilm û zordariyê, lê bi destê xerakirina tebîetê jî.
Sifetên xerab. Kitêba Pîroz li gor 2. Tîmotêyos 3:1-4 ji berê ve gotibû ku “mirov wê bibin … nankor, nepak, … bêrehm, buxtankar, çilek, har, neyarên qenciyê, xayîn, rikdar [û] qure”. Ma îro hal û hereketên gelek mirovan ne wisa ne? Belê, wek ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotibû em îro bi rastî jî di “wextên dijwar” de dijîn.
Xerabûna malbatan. Kitêba Pîroz li gor 2. Tîmotêyos 3:2, 3 ji berê ve gotibû ku mirov wê ji malbata xwe re “bêdilovanî” bin û zarok jî wê “neguhdarên dê û bavan” bin.
Sarbûna hezkirina ji Xwedê. Îsa Mesîh gotibû: “Hezkirina gelekan wê sar bibe” (Metta 24:12). Yanî wî dixwest bigota ku hezkirina Xwedê wê di dilê gelek mirovan de sar bibe. Bi gotineke din, 2. Tîmotêyos 3:4 dibêje ku di rojên dawîn de mirov “wê ji Xwedê bêtir ji kêfê hez bikin”.
Durûtiya dînî. Kitêba Pîroz li gor 2. Tîmotêyos 3:5 gotibû ku mirov wê dîndar xuya bikin, lê bi eslê xwe ewê li gor qanûnên Xwedê nemeşin.
Soz û gotinên Kitêba Pîroz çêtir tên fehmkirin. Danîêl pêxember ji berê ve gotibû ku gelek kes wê di dema dawîn de rastiyên Kitêba Pîroz çêtir fehm bikin. Mesela, em îro soz û gotinên ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotibûn bi awayekî rast û zelaltir fehm dikin (Danîêl 12:4).
Xebera xêrê li her derê tê belavkirin. Îsa Mesîh gotibû: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn” (Metta 24:14).
Mirov xemsar û qerfok in. Îsa Mesîh ji berê ve gotibû ku gelek mirov wê guh nedin îsbatên ku dawiya vê sîstemê nêzîk bûye (Metta 24:37-39). Ne bes ev, di 2. Petrûs 3:3, 4 de tê gotin ku gelek mirov wê van îsbatan cidî negirin û di ser de jî qerfên xwe pê bînin.
Hemû soz û wehdên Xwedê tên cih. Îsa Mesîh gotibû ku di rojên dawîn de, ne tenê çend sozên Xwedê, lê hemû sozên wî wê di eynî wextê de bên cih (Metta 24:33).
Gelo em di “rojên dawîn” de dijîn?
Belê. Rewşa dinyayê û hesabkirina gotinên pêxemberan nîşan didin ku rojên dawîn di sala 1914an de dest pê kiriye. Îcar di vir de ya balkêş ew e ku di heman salê de Şerê Cîhanê yê Yekem dest pê kiribû. Vê vîdeoyê lêde û bibîne ku halê dinyayê çawa îsbat dike ku em di rojên dawîn de dijîn:
Di sala 1914an de, Padîşahiya Xwedê li ezmanan dest bi hukimdariyê kiriye. Di destpêka hukimdariya xwe de, Padîşahiya Xwedê ewilî Îblîs û cinên wî ji ezmanan qewirandin û îzin da wan ku ew tenê li ser rûyê erdê tevbigerin (Peyxam 12:7-12). Tesîra Îblîs a li ser mirovan ji hal û hereketên wan ên xerab xuya dibe. Ji ber vê yekê, jiyana di rojên dawîn de gelek dijwar e (2. Tîmotêyos 3:1).
Çi heyf e ku gelek mirov di nav van kul û derdên giran de difetisin. Hinek ditirsin ku hemû mirov wê rojekê qet li hev nekin yan bi temamî tune bibin.
Lê hinek mirovên din hene, ew jî kul û derdên vê dinyayê dikişînin, lê dîsa jî ew bi dilekî rihet li pêşiya xwe dinêrin. Ew ji sedî sed bawer dikin ku Padîşahiya Xwedê wê di wexteke nêzîk de hemû problemên dinyayê çareser bike (Danîêl 2:44; Peyxam 21:3, 4). Ew bi sebir li bendê disekinin ku Xwedê sozên xwe bîne cih, û ev gotinên Îsa Mesîh dilê wan xweş dikin: “Yê ku heta dawiyê ragire, ewê xilas bibe” (Metta 24:13; Mîka 7:7).