Here Naverokê

Here naverokê

Qisim 2 Pêşgotin

Qisim 2 Pêşgotin

Di dema Nûh de, Yehowa çima li ser erdê Tofan rakir? Di destpêka tarîxa mirovan de, di navbera qencî û xerabiyê de şer dest pê kir. Hinek kes ên wek Adem, Hewa û kurê wan Qayîn ketin rêya xerab. Çend kesên din ên wek Habîl û Nûh ketin rêya baş. Bi zeman re gelek mirov ketin rêya xerab. Loma Yehowa dawiya wê dinyaya xerab anî. Ev qisim wê alî me bike ku em vê yekê fehm bikin: Yehowa dibîne ka em li aliyê qenciyê yan li aliyê xerabiyê ne. Ew tu carî nahêle ku xerabî zora qenciyê bibe.

IN THIS SECTION

DERS 3

Adem û Hewayê Guh Neda Xwedê

Di baxçeyê Adenê de çima dareke taybet hebû? Çima Hewayê ji fêkiya vê darê xwar?

DERS 4

Ji ber Qehira Xwe Bû Mêrkuj

Xwedê qurbana Habîl qebûl kir, lê ya Qayîn qebûl nekir. Gava Qayîn bi vê yekê hesiya, ew pir qehirî. Dûre wî tiştekî pir xerab kir.

DERS 5

Gemiya Nûh

Gava melekên xerab li ser erdê bi jinan re zewicîn, kurên wan çêbûn. Kurên wan biqewet û bêrehm bûn. Zilm û zordarî li her derê belav bû. Lê Nûh ne wek wan bû. Wî ji Xwedê hez dikir û guh dida wî.

DERS 6

Heşt Kes di Tofanê de Sax Man

Di Tofanê de 40 roj û 40 şevan baran barî. Nûh û malbata wî ji salekê zêdetir di gemiyê de man. Piştre Xwedê got ew dikarin derkevin.