QISIM 5
Eger hûn werin îbadetên me, çi qezenc ji we re heye?
Gelek kes naxwazin ku herin îbadetxaneyan. Çimkî ew li wê derê rêberiya manewî yan jî tetmînbûnê nabînin. Eceba ferqiya îbadetên Şahidên Yehowa çi ye? Eger hûn werin îbadetên me, eceba çi qezenc ji we re heye?
Hûnê şahiya ku hûn di nav însanên tijehez û xûngerm de bibînin, tam bikin. Di sedsala pêşî de, cemaetên taqîbkarên Îsa Mesîh hebûn. Ew bi şikilekî tertîbkirî li hev top dibûn. Wan ji Xwedê re îbadet dikir, Nivîsarên Pîroz tetkîk dikir û hevdû teşwîq dikirin (Îbranî 10:24, 25). Ew dihatin vî cihê bi hezkirinê ve tije û wan xûşk û birayên xwe yên hemîman didîtin. Wan wê wextê hîs dikir ku ew di nav dostên xwe, yên heqîqî de ne (2. Selanîkî 1:3; 3. Yûhenna 14). Îro em jî wan kesan ji xwe re emsal digirin û eynî şahiyê tam dikin.
Hûn dielimin ku prensîpên Kitêba Pîroz, di heyata xwe de weynin cih. Wekî di zemanên Kitêba Pîroz de, îro jî di îbadetên me de mêr, jin û zarok bi hev re ne. Li wê derê prensîpên Kitêba Pîroz bi şikilekî zelal tên îzahkirin. Însan dielime ku çawa bikare wan prensîpan di heyata xwe de weyne cih (5. Mûsa 31:12; Nehemya 8:8). Her kes dikare tev li wan mizakere û xwendinên îlahiyan bibe. Ev mizakere û îlahî fersendê peyda dikin ku em umîdê xwe, yê li gor Kitêba Pîroz weynin ziman (Îbranî 10:23).
Îmana we saxlem dibe. Şandiyê Îsa pêxamber, ê bi navê Pawlos ji cemaetekê re weha nivisîbû: “Ez pirr dixwazim we bibînim, da ku ... em bi hev re, hûn bi baweriya min û ez bi baweriya we, em bên handan [teselîkirin]“ (Romayî 1:11, 12). Em dixwazin bi xûşk û birayên xwe yên hemîman re bi şikilekî muntezam werin cem hev. Çimkî wisa hem îmana me, ya bi Xwedê û hem jî bi qirarbûna me xurt dibe. Em bi vî şikilî dikarin heyata xwe li gor prensîpên Kitêba Pîroz bidin dewamkirin.
Eger hûn bixwazin, dikarin werin îbadetên me û temamiya van tiştan bi çavên serê xwe bibînin! Em bi hatina we kêfxweş dibin. Wekî din jî di îbadetên me de, qet pere nayên topkirin.
-
Îbadetên me, yên îroyîn îbadetên kê ji xwe re emsal digirin?
-
Eger em werin îbadetan, çi qezenca vê yekê ji me re heye?