KILAM 134
Zarok Emaneteke ji Xwedê ne
(Zebûr 127:3-5)
-
1. Eger zarokên we hene,
we keremeke mezin standiye.
Zarok emaneta Xwedê ne,
ne tenê aîdî we ne.
Bi destê Peyva xwe ya pîroz,
ew dide rêberî û şîretê,
da ku hûn wana mezin bikin
li rêya hîkmet û jiyanê.
(DÎSGOTIN)
Ev emanet pir biqîmet e,
zarokên we xezîne ne.
Rêya Xwedê hînî wan bikin,
ev e mesûliyeta we.
-
2. Hemû gotinên Yehowa
binivîsînin li ser dilê xwe.
Van gotinan her tim bibêjin
ji qîz û lawikên xwe re.
Wana bibin ber bi Xwedê ve,
wana bibin ber bi jiyanê ve.
Ewê bereketên bêdawî
bistînin bi saya keda we.
(DÎSGOTIN)
Ev emanet pir biqîmet e,
zarokên we xezîne ne.
Rêya Xwedê hînî wan bikin,
ev e mesûliyeta we.
(Li van ayetan jî binêre: 5. Mû. 6:6, 7; Ef. 6:4; 1. Tîm. 4:16)