KILAM 94
Em ji bo Peyva Xwedê Şikurdar in
(Filîpî 2:16)
-
1. Bavê me Yehowa, ji bo Peyva te
em pir şikurdar in, ew xezîne ye.
Em êdî azad bûne
bi saya Peyva te,
ew ronahî dike hemû gavên me.
-
2. Peyva te wek şûr e, ew digihîje
fikrên di kûrahiya dilê me de.
Zelal û bêqisûr in
hemû qanûnên te,
ew me diparêzin di her tiştî de.
-
3. Pêxemberên berê însan bûn wek me,
loma Peyva te dilê me digire.
Bi rastî biqîmet in
hemû şîretên te.
Em pir şikurdar in ji bo Peyva te!
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 19:9; 119:16, 162; 2. Tîm. 3:16; Aqûb 5:17; 2. Ptr. 1:21)