Kitêba Pîrozda Derheqa Hevaltiyê Çi Tê Gotinê?
Caba Kitêba Pîroz
Hevalên baş dikarin jîyîna me bextewar û şa kin. Bi saya hevaltiyê meriv diha bextewar û qewat dibe (Metelok 27:17).
Kitêba Pîroz dibêje wekî bijartina hevalada em gerekê fesal bin, çimkî bijartina nerast dikare axiriya xirab pey xwe bîne (Metelok 13:20; 1 Korintî 15:33). Hevalên nebaş dikarin te hêlan kin, wekî safîkirinên nerast bikî, yan jî bi cûrekî din xeysetên baş nav teda bitemirînin.
Vê gotarêda
Hevalê baş çi cûreyî ye?
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî hevaltiya baş ne tenê ew e, ku hev hiz bikin û mîna hev wede derbaz kin. Mesele, Zebûr 119:63-da tê gotinê: “Ez hogirê xofkêşên Te a me, ku xwey dikin qanûnên Te”. Dîna xwe bidê, wekî nivîskarê vê Zebûrê hevalên usa xwera bijartiye, kîjan ku xwedêxof in, naxwazin dilê Xwedê bêşînin, lê dixwazin li gora prînsîpên Wî bijîn.
Kitêba Pîrozda tê gotinê ku çi xeyset-hunurên hevalê baş gerekê hebin. Mesele:
“Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).
“Merivê xweyê gelek heval, bela serê wî ye, lê heval jî hene ji birakî çêtir in” (Metelok 18:24).
Ji wan rêza em divînin, wekî hevalê baş bi îtbar e, bi hizkirin e, heyf e û merd e. Em dikarin timê, dêmek çetinayada jî û şayada jî, îtbariya xwe wî bînin. Hevalê baş usa jî wê mêrxas be ku me bide sekinandinê gava em şaş dibin yan jî safîkirina nerast dikin (Metelok 27:6, 9).
Derheqa kîjan hevaltiyên baş Kitêba Pîrozda tê gotinê?
Kitêba Pîroz gilî dike derheqa çend hevaltiyên baş orta merivên ji cûre-cûre mileta, salên emir, kûltûra û qulixiya. Were em dîna xwe bidine sê mesela.
Rût û Nahomî. Rût bûka Nahomiyê bû, û Nahomî gelek ji wê mestir bû. Xêncî wê yekê ewana ji cûre-cûre mileta û kûltûra bûn. Rast e firqiya mezin hebû orta wanda, lê dîsa jî wana hevaltîke nêzîk û qewî saz kiribûn (Rût 1:16).
Dawid û Yonatan. Rast e Yonatan weke 30 sala ji Dawid mestir bû, Kitêba Pîroz dibêje, wekî “Yonatan . . . Dawidva hat girêdan” (1 Samûyêl 18:1, ÎM).
Îsa û şagirtên wî. Îsa himberî şagirtên xwe ciyê diha bilind digirt, ew bona wan dersdar û xudan bû (Yûhenna 13:13). Lê dîsa jî Îsa nedifikirî, ku ewana hêja nînin tevî wî hevaltiyê bikin. Dewsê heleqetiya nêzîk orta Îsa û wan merivada hebû, yên ku pey wî diçûn û hînkirinên wî dianîn sêrî. Carekê Îsa got: “Min hûn dost hesab kirin, çimkî her tiştên ku min ji Bavê xwe bihîstin weva dane eyankirinê” (Yûhenna 15:14, 15).
Gelo meriv dikare bibe dostê Xwedê?
Erê, meriv dikare bibe dostê Xwedê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Ew hevalê sitqê dilê rast e” (Metelok 3:32). Cûrekî din bêjin, Xwedê wan meriva dijbêre ku bibine dostên wî, kîjan ku merîfet in, helal in, xweyîqedir in, û li gora normên wî dijîn. Merivekî usa Birahîm bû. Kitêba Pîroz ser wî raste- rast dibêje, wekî ew dostê Xwedê bû (2 Dîrok 20:7; Îşaya 41:8; Aqûb 2:23).
a Têksta vê rêzêda xebera “Te” ser Xwedê tê gotinê.