GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 26
Alîkarî bona Wan, yên ku Tengasiyêda nin
“Hemû jî ser nêtekê bin, ser hev şewat bin, hev hiz bikin, rem û şkestî bin” (1 PET. 3:8).
KILAMA 107 Mesela Hizkirina Xwedê
VÊ GOTARÊDA *
1. Ça em dikarin çev bidine Bavê meyî hizkirî, Yehowa?
YEHOWA me gelek hiz dike (Yûhn. 3:16). Û em dixwazin çev bidine Bavê xweyî hizkirin. Lema jî em aliyê xweda her tiştî dikin, seva hindava hemûya “şewat bin [û] hev hiz bikin”, îlahî wana, yên ku “neferêd mala Xwedê” ne (1 Pet. 3:8; Galt. 6:10). Çaxê neferên malbeta meye ruhanî çetinaya dikişînin, em alî wan dikin.
2. Emê vê gotarêda derheqa çi şêwir kin?
2 Hemûyên ku dixwazin bibine neferên mala Xwedê, wê rastî tengasiya bên (Marq. 10:29, 30). Axiriya vê dinyayê ber şêmîkê ye, lema jî em dikarin bêjin, ku em dibeke rastî hê zêde tengasiya bên. Lê ça em dikarin alî hev bikin? Were şêwir kin çend serhatiyên ji Kitêba Pîroz, derheqa Lût, Îbo, û Nahomîyê. Emê usa jî şêwir kin çetinayên hine xûşk-birên îroyîn, û bivînin, ku çawa em dikarin alî xûşk-bira bikin, ku ber çetinaya teyax kin.
BI SEBIR BIN
3. Çawa ji 2 Petrûs 2:7, 8 tê kifşê, Lût kîjan safîkirina nerast kir, û axiriya vê yekê çi bû?
3 Lût safîkirina nebaş kir, çimkî jîyîna Sodomêda bijart. Cimeta wêderê gelek xirab û bênamûs bû. (Bixûne 2 Petrûs 2:7, 8.) Ew şeher pêşdaçûyî bû, lê jîyîna wêderê ser Lût zef biha rûnişt (Destp. 13:8-13; 14:12). Jina wî diqewime ew şeher, yan jî hine merivên wêderê, gelek begem dikir, lema gura Yehowa nekir. Û gava Xwedê kirkût û agir ser wî şeherîda barand, ewê emirê xwe unda kir. Du qîzên Lût jî ketibûn halê xirab, dergîstiyên wan Sodomêda mirin. Lût mala xwe, hebûka xwe, û ya lape çetin, jina xwe unda kir (Destp. 19:12-14, 17, 26). Lê gelo Yehowa sebira xwe hindava Lût unda kir? Na.
4. Ça Yehowa hindava Lût sebir da kifşê? (Binihêre şiklê rûyê jûrnalê.)
4 Rast e Lût xwexa bijart, wekî Sodomêda bijî, yeke Yehowa bi dilşewatiyê melekên xwe şand, wekî wî û neferên wî xilaz ke. Lê dewsa ku derbêra gura meleka bike û Sodomê bihêle, Lût “nigêd xwe paşda davît”. Meleka destê wî girtin û alî wî û neferên wî kirin, ku ji şeher birevin (Destp. 19:15, 16). Meleka jêra gotin, ku bireve berbi çiya. Lê dewsa ku gura Yehowa bike, ewî xwest here şeherekî din (Destp. 19:17-20). Yehowa bi sebir guh da wî û îzin dayê, wekî here wî şeherî. Wî şeherîda wede şûnda Lût tirsiya û çû ser çiya, dêmek wî cîyî, kîderê Yehowa pêşiyê jêra gotibû ku here (Destp. 19:30). Rastî jî Yehowa sebira çiqas mezin da kifşê! Lê ça em dikarin çev bidine wî?
5-6. Çawa em dikarin 1 Têsalonîkî 5:14 bidine xebatê, çaxê çev didine Xwedê?
5 Mîna Lût, xûşk-birên meye ruhanî jî, dikarin safîkirinên nerast bikin û xwera problêmên mezin çêkin. Lê hergê tiştekî usa biqewime, hingê emê ça xwe bidine kifşê? Dibeke em bixwazin wanra bêjin, wekî wana çi çand, ewê jî diçinin (Galt. 6:7). Lê diha baş be, em xwe cûrekî mayîn bidine kifşê. Em dikarin çev bidine Yehowa vê yekêda, ku ewî ça alî Lût kir.
6 Yehowa melek şandin ne tenê seva vê yekê ku pêşda Lûtra elametiyê bêjin, lê usa jî seva alî wî bikin, ew ji xezeba Sodomê bireve. Em jî çaxê divînin, ku xûşk yan birak tiştekî usa dike, ku dikare problêma jêra bîne, wê baş be em wî yan wê pêşda şîret kin. Lê xêncî vê yekê, em dikarin usa jî alî wî bikin. Hergê jî ew derbêra şîreta ji Kitêba Pîroz nade xebatê, em gerekê bi sebir bin hindava wî. Çev bidine wan du meleka. Dewsa ku ewî birayî yan xûşkê înkar kin û ji wî dûr bin, wê baş be alî wî bikin (1 Yûhn. 3:18). Em dikarin ça bêjî destê xwe dirêjî wî kin, û alî wî bikin ku ew qebûl ke şîreta baş. (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:14.)
7. Ça em dikarin çev bidine Yehowa vê yekêda, ku ew hindava Lût ça bû?
7 Yehowa dikaribû dîna xwe bida kêmasiyên Lût, lê ewî usa nekir. Wede derbaz bû û Yehowa rêberî Petrûsê şandî kir, ku derheqa Lût binivîse, wekî ew merivekî rast bû. Em çiqas bextewar in, wekî Yehowa şaşiyên me dibaxşîne (Zeb. 130:3). Lê em ça dikarin çev bidine Yehowa, ku ewî ça dinihêrî ser Lût? Hergê em dîna xwe bidine xeyset-hunurên baş yên xûşk-bira, emê hindava wan hê zêde bi sebir bin. Ewana jî wê diha hêsa alîkariya me qebûl kin.
DILŞEWAT BIN
8. Dilşewatî wê me berbi çi hêlan ke?
8 Îbo diçerçirî ne bona safîkirina xweye nerast, çawa Lût. Ewî kul-derdên giran dît, ewî hebûk, qedirê xwe nav cimetêda unda kir, û sihet-qewata xwe unda kir. Hê xirab ew bû, ku ewî û jina wî, hemû zarên xwe unda kirin. Îbo usa jî aliyê sê hevalên xweda hate neheqkirinê. Lê menîk çi bû ku ew sê hevalên qelp, bi dilşewatiyê nîbûn tevî wî? Wana nexwest bi temamî halê wî fem kin. Lema jî nihêrandina wan nerast bû û wana gelek sert Îbo sûcdar dikirin. Lê em çi dikarin bikin,
wekî şaşiyên usa nekin? Bîr nekin, wekî tenê Yehowa hûr bi hûr zane derheqa dereca meriva. Rind guh bidine wî kesî, yê ku kula dilê xwe wera gilî dike, û ne tenê guh bidine giliyên wî, lê usa jî êşa wî fem kin. Tenê hingê hûnê bikaribin bi dilê xweyî sax ber dilê wîda bên.9. Dilşewatî wê me ji çi xwey ke, û çira?
9 Hergê em dilşewat in, emê gevestiyê nekin derheqa problêmên xûşk-bira. Merivê geveze civatê ne ku ava dike, lê hildişîne (Metlk. 20:19; Rom. 14:19). Ew yek qencî nîne, lê bêfemtî ye, û giliyên merivên geveze dikarin derdê meriva hê giran kin (Metlk. 12:18; Efes. 4:31, 32). Lê çiqas baş e çaxê em hê zêde dîna xwe didine hunurên merivaye baş û difikirin, ku çawa em dikarin alî wan bikin tengasiyêda sebir kin!
10. Giliyên ji Îbo 6:2, 3 çi me hîn dikin?
10 Bixûne Îbo 6:2, 3. Îbo cara ji bo kula dilê xwe, bêhemdê xwe xeber dida. Lê paşê ew bona wan giliya poşman bû (Îb. 42:6). Mîna Îbo, îro jî merivên ku nava tengasiyada nin, dikarin ji kula xwe bêhemdê xwe tiştekî bêjin, lê paşê poşman bin. Lê em ça gerekê xwe bidine kifşê? Dewsa ku wana sûcdar kin, em gerekê dilşewatiyê hindava wanda bidine kifşê. Bîr nekin, wekî Yehowa nedixwest kesek ji me rastî problêma û strêsa bê. Lê femdarî ye, ku xizmetkarê amin cara dikare wedê strêsa mezin, giliyên bêfemtî bêje. Hergê jî ew kes tiştên nerast derheqa Yehowa yan jî derheqa me dibêje, were em tu car lez nekevin ku ser wî hêrs kevin, yan jî bona giliyên wî, wî sûcdar kin (Metlk. 19:11).
11. Rûspî ça dikarin çev bidine Elîhû, gava kesekî şîret dikin?
Galt. 6:1). Lê rûspî vê derecêda ça gerekê xwe bidine kifşê? Ewana gerekê çev bidine Elîhû, yê ku bi dilşewatiyê guh dida Îbo (Îb. 33:6, 7). Çaxê Elîhû nihêrandin û fikirên Îbo fem kir, tenê paşî vê yekê ewî Îbo şîret kir. Rûspiyên ku çev didine Elîhû, wê rind guh bidine xûşk yan bira, seva rind halê wan fem kin. Paşê, çaxê rûspî wana şîret kin, şîret wê bigihîje dilê wan.
11 Cara lazim e merivê ku ji bo problêma strêsêda ne, şîret kin yan jî rast kin (PÊ DILŞEWATIYÊ XEBER DIN
12. Ça mirina mêr û du kurên Nahomîyê ser wê hukum bû?
12 Nahomî jineke amin bû, ya ku Yehowa hiz dikir. Lê paşî mirina mêrê xwe û du kurên xwe, ewê dixwest navê xwe biguhasta û xwe nav kira “Mara”, çi ku tê hesabê “Derd û Kul” (Rût 1:3, 5, 20, 21). Bûka Nahomîyê ew nehîşt û wedê tengasiya tevî wê ma. Rût ne tenê pê kirên xwe alî Nahomîyê dikir, lê ewê usa jî tevî wê şîrin û bi dilşewatî xeber dida. Rût pê giliyên ji dilê xweyî sax, Nahomîra nîşan dikir ku lê hiz dike, û kêleka wê ye (Rût 1:16, 17).
13. Çira ewên ku mêr yan jina xwe unda kirine, hewcê alîkariyê ne?
13 Çaxê kesek civatêda mêr yan jina xwe unda dike, wî kesîra alîkarî û piştgirî lazim e. Em dikarin jin-mêr beramberî du baxa bikin, yên ku kêleka hevdu mezin dibin. Nava salada, kokên wan du baxa hevva dialin. Çaxê baxek kokêva tê derxistinê û dimire, baxa din ziyaneke mezin distîne. Mîna vê yekê, çaxê kesek jin yan mêrê xwe unda dike, ew gelek wext dikare êmosiyalîda êşa giran bikişîne. Paûla, * mêrê kîjanê nişkêva mir, dibêje: “Emirê min lapte hate guhastin, û min xwe bêtaqet texmîn dikir. Min hevalê xweyî lapî nêzîk unda kir. Min mêrê xwera derheqa hemû tiştî gilî dikir. Ew tevî min şa dibû û wedê çetinaya alî min dikir. Ewî her gav guh dida min, çaxê min derheqa problêmên xwe jêra gilî dikir. Bi rastî min xwe usa texmîn dikir, tê bêjî min kirine du kera”.
14-15. Em ça dikarin dilbîniyê bidine wan, yên ku mêr yan jina xwe unda kirine?
14 Ça em dikarin ber dilê wî merivîda bên, yê ku jin yan mêrê xwe unda kiriye? Gava pêşin ew e, ku tevî wî kesî xeber din, hergê jî hûn şerm dikin yan jî nizanin çi bêjin. Paûla, besa kîjanê me jorê kir, dibêje: “Ez fem dikim, ku merivên din tevhev dibin, çaxê merivê kesekîyî nêzîk dimire. Ew meriv cara nikarin tiştekî bêjin, çimkî ditirsin ku wê tiştê usa bêjin, wekî ew kes bixeyde. Lê hê baş e merî tiştekî nerast bêje, dewsa ku qe tiştekî nebêje”. Merivê ku şînê dike, ne jî hîviyê ye, wekî hûn tiştekî aqilayî bêjin. Paûla dibêje: “Ez gelek razî me çaxê hevalên min, hema tenê wan giliya minra dibêjin: ‘Dilê min dêşe bona te’”.
15 Wîlîam, yê ku çend sal pêşda jina xwe unda kir, gilî dike: “Ez gelek dişêkirînim çaxê xûşk-bira derheqa jina min qewimandinên baş tînin bîra xwe. Ew yek min dide bawerkirinê, wekî lê hiz dikirin û qedirê wê digirtin. Piştgiriya wî cûreyî gelek alî min dike. Giliyên wan dilbînîke mezin didine min, çimkî jina min gelek qîmet bû bona min û ew pareke emirê min bû”. Jinebîke bi navê Bîanka,
dibêje: “Ez dilbîniyê distînim çaxê tevî min dua dikin û minra rêza dixûnin. Çaxê ewana derheqa mêrê min xeber didin û guh didine min gava ez derheqa wî gilî dikim, ew yek gelek alî min dike”.16. a) Çi em gerekê bikin bona wî kesî, yê ku merivê xweyî nêzîk unda kiriye? b) Li gora Aqûb 1:27, çi cabdariya me heye?
16 Çawa ku Rût kêleka Nahomîyê bû, em jî gerekê alî wan bikin, yên ku merivên xweyî nêzîk unda dikin. Paûla besa kîjanê me jorê kir, dibêje: “Hema paşî mirina mêrê min, derbêra geleka alîkariya mezin dane min. Wede derbaz bû, û ew meriv îda şixulê xweye herrojîva mijûl dibûn. Lê emirê min bi temamî hate guhastinê. Çaxê meriv fem dikin, wekî kesê ku şînê dike, bi meha hewcê berdiliyê ye, hela hê jî bi sala, ew yek alîkarîke mezin e”. Hemikî, her meriv cûrekî ye. Hine meriv zû hînî dereca xwe dibin. Lê hinekara jî çetin e, çimkî her tişt, çi ku wana tevayî dikir, tîne bîra wan ku ew kes îda kêleka wan nîne. Belê, her meriv ne mîna hev şînê dikin. Lê were em bîr nekin, ku Yehowa mera qedir û cabdarî da, wekî alî wan meriva bikin, yên ku jin yan mêrê xwe unda kirine. (Bixûne Aqûb 1:27.)
17. Çira ewên ku jin yan mêrê wan, wana hîştine, hewcê alîkariyê ne?
17 Hine meriv derdekî giran dikişînin û dikevine strêseke mezin, çimkî jin yan mêrê wan ew hîştine. Coîs, mêrê kîjanê lê
hîştiye û gihîştiye jineke din, dibêje: “Êşa hevqetandinê diha giran e, ne ku hergê mêrê min bimira. Hergê ew ji qewimandineke xirab yan jî ji nexweşiyê bimira, ew yek wê wîva girêdayî nîbûya. Lê mêrê min xwexa bijart, wekî min bihêle. Min xwe gelek nimiz texmîn dikir”.18. Em çi dikarin bikin seva alî wan bikin, yên ku bêjin yan bêmêr mane?
18 Çaxê em qenciyên biçûk dikin bona wan, yên ku bêmêr yan bêjin mane, em wanra îzbat dikin, wekî wana hiz dikin. Xût wî wedeyî ewana hewcê hevalên baş in (Metlk. 17:17). Lê hûn ça dikarin wanra îzbat kin, wekî hûn bi rastî hevalên wan in? Hûn dikarin hema ser nanxwarinê wana teglîf kin. Hûn usa jî dikarin wede tevî wan xerc kin û tevî wan hêsa bin, yan jî tevayî xizmet kin. Cara jî hûn dikarin wana teglîf kin, seva qulixkirina tevî malbetê tevayî derbaz kin. Hergê hûn usa bikin, hûnê dilê Yehowa şa kin, çimkî ew “nêzîkî dilşkestîya ye” û xweykirê jinebîya ye (Zeb. 34:18; 68:5).
19. Li gora 1 Petrûs 3:8, em çi gerekê bikin?
19 Zûtirekê, çaxê Padşatiya Xwedê serwêrtiyê ser erdê bike, wê “tengasiyên berê” bêne bîrkirin. Em çiqas hîviya wî wedeyî ne, çaxê “bîranîna tiştên berê neyên kirin û neyên ramanê” (Îşa. 65:16, 17). Lê heta ew roj bê, were em alî hev bikin, û hin pê xeberdanê hin jî pê kirên xwe îzbat kin, wekî em malbeta xweye ruhanîda gişka hiz dikin. (Bixûne 1 Petrûs 3:8.)
KILAMA 111 Meniya Şabûnê
^ abz. 5 Lût, Îbo, û Nahomî bi aminî Yehowara xizmet dikirin, lê yeke ewana rastî cûre-cûre çetinaya hatin. Vê gotarêda tê şêwirkirinê, ku em ji serhatiya wan çi dikarin hîn bin. Usa jî emê şêwir kin, ku çira ferz e em bi sebir bin, dilşewat bin, û bi dilşewatî xeber din çaxê xûşk-bira rastî çetinaya tên.
^ abz. 13 Vê gotarêda nav hatine guhastinê.
^ abz. 57 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Bira gelek berxwe dikeve û ji kula dilê xwe bêhemdê xwe xeber dide, lê rûspî bi sebir guh dide wî. Paşê, ew bira ku hêrs bû, rihet bû, û rûspî bi nermî şîretê didê.
^ abz. 59 ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: Jin-mêrek wedê xwe tevî wî birayî derbaz dikin, jina kîjanî wan paşwextiya miriye. Ew jin-mêr tiştên baş derheqa wê tînin bîra xwe.