Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hine Meriv Çi Dibêjin Derheqa Dua

Hine Meriv Çi Dibêjin Derheqa Dua

“Çaxê ez dua dikim, ez texmîn dikim, wekî Xwedê kêleka min e, ew destê min digire û rêberiyê min dike gava ez dilteng im”. (MARIYA)

“Kulfeta min 13 sala ji bo kanserê diçerçirî û paşê mir. Tê bîra min, ku min çawa her roj dua dikir û texmîn dikir, wekî Xwedê bi rastî min dibihê û derdê min divîne. Evê yekê rihetiya dil dida min”. (RAÛL)

“Dua bona însanetê pêşkêşeke qîmet e ji Xwedê”. (ARNÊ)

Seva Mariyayê, Raûl, Arnê û gelekên din, dua pêşkêşeke mexsûs e. Ewana texmîn dikin, ku dikarin bi dua dilê xwe Xwedêra vekin, razîbûna xwe jêra eyan kin û alîkariyê ji wî bixwazin. Ewana bi dil baweriya xwe van giliyên ji Kitêba Pîroz tînin: “Em li ber Xwedê rûsipî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina wî jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14).

Lê hine meriyara çetin e giliyê vê rêzê bawer kin. Stîv derheqa dua usa dibêje: “Çaxê ez bûme 17 salî, sê hevalên min qeziyêda mirin. Yek ji wana pê erebê kete qeziyê û mir, duduyê din jî berêda xeniqîn”. Lê Stîv çi kir? Ew dibêje: “Min duada ji Xwedê dipirsî, ku çima ev hemû tişt qewimî, lê caba pirsa xwe nedistand. Lema jî ez difikirîm, dua badîhewa ye”. Belê, ji bo vê yekê ku duayên gelek meriya bê cab dimînin, ewana difikirin wekî nelazim e dua bikin.

Dîsa hine menî hene, ji bo çi jî meriv difikirin wekî dua alî wan nake. Mesele, hinek dibêjin ku Xwedê her tiştî zane, lema jî eseyî nîne derheqa derdê dilê xwe wîra gilî kin.

Hinek jî dibêjin, ku ji bo şaşiyên wanî berê, Xwedê guh nade duayên wan. Cênî dibêje: “Problêma mine sereke ew e, ku ez difikirim wekî bêkêr im. Min hine tiştên usa kirine ji bo çi jî poşman bûme û berxwe ketime, lema jî bi nihêrandina min ez hêjayî vê yekê nînim, ku Xwedê guh bide min”.

Lê tu derheqa dua çi difikirî? Dibe ku nihêrandina te jî mîna ya wan meriya ye. Wekî usa ne, tu dikarî ji Kitêba Pîroz berdiliyê bistînî. Em dikarin bawer bikin wê yekê, çi ku Kitêba Pîroz derheqa dua * dibêje û ew wê alî me bike caba wan pirsa bistînin:

  • Gelo Xwedê bi rastî duayên me dibihê?

  • Çima hine dua bê cab dimînin?

  • Gerekê çawa dua bikin, wekî Xwedê me bibihê?

  • Çawa dua dikare alî te bike?

^ abz. 9 Kitêba Pîrozda duayên gelek xizmetkarên Xwedê hene, hela hê duayê Îsa Mesîh jî. Nivîsarên Îbranîda, yên ku gelekara eyan in ça Tewrat û Zebûr, 150 dua zêdetir hatine nivîsarê.