Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Gelo bi Rastî Îsa Yekî Çawa bû?

Gelo bi Rastî Îsa Yekî Çawa bû?

Tu kes nizane, ku Îsa rû û bejin-bala xweda yekî çawa bû, çimkî ew tu car ber neqişkara nedisekinî, ku wî bineqişînin yan jî heykelê wî çêkin. Lê yeke nava qirnada gelek neqişkara helbestên xweda derheqa wî nivîsîne û ew neqiş kirine.

Ewan hemû neqişkara nizanibûn, ku bi rastî Îsa yekî çawa bû. Wana li gora kûltûra, hînkirinên rêlîgiyayê û xwestinên meriva, Îsa neqiş dikirin. Û ev şikil yan heykelên wan neqişkara, hukum dikirin ser nihêrandina meriya derheqa Îsa û hînkirinên wî.

Hine neqişkar Îsa eyan dikin, ça yekî sist, bi porên dirêj û rûyê tenik yan jî yekî belengaz. Hinek jî Îsa eyan dikin ça melek bi tacekî girover ku şewq dide, yan jî ku Ew xwe ji meriva dûr digire. Gelo ev şikil rast Îsa eyan dikin? Lê elametiya rast em ji ku dikarin pêbihesin? Lêkolîna Kitêba Pîroz dikare alî me bike, ku têderxin bi rastî Îsa yekî çawa bû. Ev usa jî dikare alî we bike, wekî nihêrandina me hindava Îsada rast be.

“TE BONA MIN QALIBEK HAZIR KIR”

Ew gilî Îsa wextê nixumandina xwe duakirinêda gotibû (Îbranî 10:5; Metta 3:13-17). Ev qalib çi cûreyî bû? 30 sal pêşda Cibrayîl melek, Meriyamêra eyan kir: “Tê hemle derêyî kurekî bînî . . . ew Kurê Xwedê wê bê gotinê” (Lûqa 1:31, 35). Îsa merivê kamil bû, çawa pêşiyê Adem bû (Lûqa 3:38; 1 Korintî 15:45). Dêmek Îsa qalibê xweda jî kamil bû, û diqewime ew hinekî mîna diya xwe Meriyem bû, kîjan ku Cihû bû.

Îsa li gora edetê Cihûya, rûyê xwe berdida. Lê nava Romayada ev yek belabûyî nîbû. Rûyê mêra sîmbola mêranî û qedirgirtinê bû; rûyê wan dirêj û hefketî nîbû. Bê şik Îsa diçû ku rûyê xwe hinekî bibire çêke, û porê xwe kur ke. Tenê ewên ku ça Nezîr hatibûn bijartinê, mesele mîna Şimşon, porên xwe nedibirîn (Jimar 6:5; Hakimtî 13:5).

Îsa gelek baş şixulê necariyê dikir, û ew bê hacetên êlêktronîke modêrn dixebitî (Marqos 6:3). Û hemikî, tiştên wîyî çêkirî jî qewî bûn. Destpêka xizmeta xweda, Ewî tenê, “hemû ji paristgehê, pez û dewarêd wanva derxistin, perêd serafa rêtin û textêd wan welgerandin” (Yûhenna 2:14-17). Tenê merivê qewî dikare tiştê usa bike. Îsa ew qalibê ku Xwedê dabû wî da xebatê, seva ku fermana Xwedê bîne sêrî, derheqa kîjanî ku ewî got: “Gerekê ez bajarêd dinda jî Mizgîniya Padşatiya Xwedê bidim, çimkî ez bona wê yekê hatime şandinê” (Lûqa 4:43). Bi rastî jî qewateke mezin lazim bû, seva ku nava temamya Filistînêda niga herin, û evê mizgînyê bela kin.

“WERINE CEM MIN . . . Û EZÊ RIHETIYÊ BIDIME WE”

Rabûn-rûniştandina Îsaye maqûlî û dilgermî, ser wê teglîfkirinê hukum dikir û dilê merivên “westiyayî û bargiran” dikşand berbi wî (Metta 11:28-30). Dilgermî û qenciya wî îzbat dikirin sozê wî, ku merivên dilsax dikaribûn rihetî bistandana. Hela hê zara jî dixwestin nêzîkî Îsa bin. Kitêba Pîroz dibêje: “Ew zar dane hemêza xwe” (Marqos 10:13-16).

Rast e pêşiya mirina xwe Îsa gelek çerçirî, lê ew merivêkî dilşkestî û dilteng nîbû. Mesele, çaxê di Qanayêda dewat bû, Îsa tiştek ji aliyê xweda kir, dêmek av kire şerava baş (Yûhenna 2:1-11). Ser civînên din ewî derheqa dersên usa gilî dikir, kîjan ku bîra meriya nediçûn (Metta 9:9-13; Yûhenna 12:1-8).

Xêncî wê yekê, bi hêviya jîyîna herheyî, Îsa guhdarên xwera şabûneke mezin dianî (Yûhenna 11:25, 26; 17:3). Çaxê 70 şagirtên wî gilî kirin derheqa qewimandinên xwe xizmetiyêda, ew “şa bû” û got “şa bin, ku navêd we li ezmana nivîsar e” (Lûqa 10:20, 21).

“LÊ HÛN USA NEBIN”

Wedê Îsa, serwêrên rêlîgiyayê hukumtiya xwe didane kifşê, û dîna meriya berbi xwe dikşandin (Jimar 15:38-40; Metta 23:5-7). Îsa ne mîna wan bû û ewî şagirtên xwe hîn dikir wekî ser yên dinêna “hukum” nekin (Lûqa 22:25, 26). Bi rastî Îsa şîret da: “Hevza xwe ji wan qanûnzana bikin, yêd ku hiz dikin bi çuxêd dirêj bigerin, bazarada silavê bidine wan” (Marqos 12:38).

Îsa bi rastî jî ne mîna wan bû, ew timê nava cimetêda bû û carekê wana ew nas nekir (Yûhenna 7:10, 11). Hela hê nava 11 şandiyên xweda jî, ewî xwe nedida kifşê. Cihûdayê nemam bi ramûsanê “eşeret dabû”, seva eyan be ku kîjan e Îsa (Marqos 14:44, 45).

Rast e gelek tişt ne eyan in, lê eşkere ye ku Îsa îro usa nadine kifşê çawa ku bi rastî hebû. Ferz nîne ku Îsa bi rastî rû û qalibê xweda yekî ça bû, lê daha ferz ew e, ku niha em ser wî ça dinihêrin.

“HINEKÎ ŞÛNDA ÎDÎ DINYAYÊ MIN NEBÎNE”

Ev gilî, Îsa pêşiya mirina xwe got (Yûhenna 14:19). Ewî jîyîna xwe ça kirîn da, “ku geleka bikire” (Metta 20:28). Roja sisya Xwedê ew “aliyê ruhanîda” wegerande jîyînê û hîşt ku ew hine şagirtên xweva bê “eyankirinê” (1 Petrûs 3:18; Karêd Şandiya 10:40). Çaxê Îsa şagirtên xweva xuya bû, rû û qalibê xweda ew yekî çawa bû? Eşkere ye ku ew hatibû guhastinê, çimkî hela hê şagirtên wî jî, derbêra ew nas nekirin. Meryama Mejdelanî tirê, ku ew baxçevan e, lê çaxê du şagirtên wî ser rîya Emwasê rastî Wî hatin, wana tirê ku ew xerîb e (Lûqa 24:13-18; Yûhenna 20:1, 14, 15).

Ça em dikarin îro Îsa bidin ber çevê xwe? 60 sal zêdetir paşî mirina Îsa, Yuhennayê şandî xewn-xeyalêda Îsa dît. Xeyalêda Yuhenna nedît kesê ku ser kênar dimire. Ewî dît “Padşê padşa û xudanê xudana”, dêmek Padşê Padşatiya Xwedê, yê ku zûtirekê wê dijminên Xwedê alt ke. Ew dijmin cin in û meriv in. Ev Padşatî wê keremên herheyî însanetêra bîne (Eyantî 19:16; 21:3, 4).