Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kirîn pêşkêşeke lape qîmet e çi ku Xwedê daye me, û bi saya çi jî em dikarin jîyîna herheyî bistînin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ | KÎJAN PÊŞKÊŞ BI RASTÎ QÎMET E?

Kîjan Pêşkêşa Lape Qîmet Mera Hatiye Dayînê?

Kîjan Pêşkêşa Lape Qîmet Mera Hatiye Dayînê?

“Her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil ji jor e, ji Bav, ji Efirandarê ronaya tê xwarê” (Aqûb 1:17). Ev rêz dîna me dide ser dilremya Bavê meyî ezmana, dêmek Yehowa Xwedê. Nava gelek pêşkêşada ku Xwedê daye însanetê, heye pêşkêşeke lap mûhîm. Gelo ew çi ye? Di Yûhenna 3:16-da Îsa dibêje: “Çimkî Xwedê usa dinya hiz kir, ku Kurê xweyî tayê tenê berva da, wekî her kesê ku wî bawer bike unda nebe, lê jîyîna wîye heta-hetayê hebe”.

Pêşkêşa Xwedêyî pir qîmet bona me hemûya, ew heye Kurê Wîyî tayê tenê. Bi vê pêşkêşê em dikarin aza bin ji dîltya gune, kalbûn-pîrbûnê, û mirinê (Zebûr 51:5; Yûhenna 8:34). Hergê em gelek qewatê didine xebatê jî, bi xwe emê nikaribin ji vê dîltiyê aza bin. Ji hizkirina xweye mezin Xwedê pêşkêşî me kir ew, çi ku me aza dike. Yehowa Xwedê seva însanetê kurê xwe Îsa Mesîh wek kirîn da, çi ku mecal da merivên guhdar jîyîna heta-hetayê bistînin. Lê kirîn bi rastî çi ye? Çima ew girîng e? Û çawa em dikarin ji wê karê bistînin?

Kirîn ew heq e, ku didin seva tiştekî undakirî paşda wegerînin, yan kesekî ji dîltiyê aza kin. Kitêba Pîroz şirovedike ku dê-bavê meyî pêşin, Adem û Hêwa bê gune hatibûn efirandinê, û dikaribûn li ser erdê cinet heta-hetayê bijîtana tevî zuretên xwe yên ku li axiriyê wanra bibûna (Destpêbûn 1:26-28). Yazix lê wana bijart gura Xwedê nekin, û usa bûne gunekar. Axiriyê çi bû? Kitêba Pîroz caba wê pirsê dide: “Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir” (Romayî 5:12). Adem dewsa ku jîyîna kamil derbazî zuretên xwe bike, gune û mirin derbaz kir.

Wê derecêda kirîn gerekê anegorî tiştê undabûyî bûya, dêmek wek hev bûna. Adem bi neguhdariya xwe, gune kir û jîyîna kamil unda kir. Kitêba Pîroz dibêje ku ji bo wê yekê Adem zuretên xwe kire dîlê gune û mirinê. Lema jî jîyîna kesekî din lazim bû yê ku kamil bû, dêmek jîyîna Îsa, çi ku wek qurban hate dayînê wekî meriva ji dîltiyê aza ke (Romayî 5:19; Efesî 1:7). Xwedê ji bo hizkirina xwe kirîn da însanetê, seva em bistînin ew, çi ku Adem û Hêwayê unda kirin, dêmek jîyîna herheyî ser erdê cinet (Eyantî 21:3-5).

Bê şik pêşkêşa kirînê mecalê dide, ku jîyîna herheyî bistînin, û ev heye pêşkêşeke lape qîmet seva me hemûya. Çawa ku gotara dinda hatibû gotinê, seva ku “pêşkêşa kamil” qîmet kin, were em şêwir kin çawa ew ser me hukum dike û alî me dike karê bistînin.

Xwestina meva girêdayî ye. Xwestina meye qewî heye, ku timê bijîn (Waîz 3:11). Hemikî bi qewata xwe em nikarin ev xwestina xwe bînin sêrî, lê bi saya kirînê dibe. Kitêba Pîroz dibêje: “Çimkî maşê gune mirin e, lê pêşkêşa Xwedê jiyîna heta-hetayê ye, bi saya Xudanê me Mesîh Îsa” (Romayî 6:23).

Hewcên meva girêdayî ye. Meriva nikaribûn kirîn bidana. Kitêba Pîroz şirowedike “Çimkî biha ye qîmetê xilazbûna wan, tu car ev yek nabe ku bê dayîn” (Zebûr 49:8). Lema jî mera alîkarya Xwedê lazim bû, seva ku ji dîltya gune û mirinê aza bin. Lê “bi azakirina Mesîh Îsa” Xwedê da me ew, çida em hewce bûn (Romayî 3:23, 24).

Wedê layîq. Kitêba Pîroz dibêje: “Gava eme hê gunekar bûn, Mesîh bona me mir” (Romayî 5:8). Eva yeka me dide bawerkirinê, wekî Xwedê zef me hiz dike, hela hê çaxê em nava gunada bûn jî. Rast e em ji bo gune pir diçerçirin, lê ev kirîn, me hêlan dike li axiriyê binihêrin.

Nêtên temiz eyan dike. Kitêba Pîroz eyan dike, ku çima Xwedê, Kurê xwe wek kirîn da: “Bi vê yekê hizkirina Xwedê hindava meda xuya bû, gava ku ewî Kurê xweyî Tayê Tenê şande dinyayê, wekî em bi wî bijîn. Hizkirin ev e, ne ku me Xwedê hiz kir, lê ewî em hiz kirin” (1 Yûhenna 4:9, 10).

Çawa tu dikarî nîşan kî, ku dişêkirîni vê pêşkêşa lape qîmet? Bîne bîra xwe giliyê Îsa ji Yûhenna 3:16, kîderê ku tê gotinê wekî tenê ewê ku wî “bawer bike” wê bê xilazkirinê. Li gora Kitêba Pîroz “bawerî ew e, çaxê em dudilî nînin, wekî çi ku em hîviyê ne, wê bê sêrî” (Îbranî 11:1). Seva ku baweriya usa hebe, zanebûna rast gelek ferz e. Lema jî em we hêlan dikin wede bivînin û derheqa Yehowa Xwedê hê zêde pêbihesin, çimkî Ewî ev “pêşkêşa kamil” daye me. Usa jî pêbihesin ku çi gerekê bikin seva ku jîyîna herheyî bistînin û lezetê bivînin ji wê yekê, çi ku bi qurbanbûna Îsa em dikarin qazanç kin.

Tu dikarî ewan hemû tişta pêbihesî hergê lêkolîn kî elametya derheqa Nivîsarên Pîroz ji malpera www.mt1130.com. Şedên Yehowa hazir in alî te bikin. Em bawer in, ku çaxê tu hê zêde pêbihesî derheqa vê pêşkêşa qîmet û kara wê, hingê tê hêlan bî bêjî: “Şikir ji Xwedêra, bi saya Xudanê me Îsa Mesîh” (Romayî 7:25).