Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

2 | “Gotinên Nivîsarada ku Bînê Didine Ber Me”

2 | “Gotinên Nivîsarada ku Bînê Didine Ber Me”

KITÊBA PÎROZ DIBÊJE: “Çi ku pêşda kitêbada hate nivîsarê, bona hînbûna me hate nivîsarê, wekî em bi sebirê û wan gotinên nivîsarada ku bînê didine ber me, xweyîguman bin” (ROMAYÎ 15:4).

Ev Çi Tê Hesabê

Şîretên ji Kitêba Pîroz berdiliyê û qewatê didine me û alî me dikin, çaxê fikirên nêgatîv dikevine hişê me. Usa jî Xebera Xwedê hêviyê dide me, wekî zûtirekê nexweşiyên êmosiyalî wê îda tune bin.

Ev Yek Ça Dikare Alîkariyê Bide

Em hemû jî carna xemgîn dibin; lê ew merivên ku dêprêsiyêda nin û hertim berxwe dikevin, ewana herroj himberî fikirên nêgatîv şer dikin. Çawa Kitêba Pîroz dikare alî wan bike?

  • Kitêba Pîrozda gelek fikirên pozîtîv û dilgerm hene (Fîlîpî 4:8). Ew fikir dikarin berdiliyê bidine me û alî me bikin êmosiyên xwe kontrol kin (Zebûr 94:18, 19).

  • Kitêba Pîroz dikare usa jî alî me bike, wekî em nefikirin ku em bêkêr in (Lûqa 12:6, 7).

  • Gelek rêzên ji Kitêba Pîroz me didine bawerkirinê, ku em tenê nînin û wekî Xwedê, Efirandarê me, bi temamî hestên fem dike (Zebûr 34:18; 1 Yûhenna 3:19, 20).

  • Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê wê bîranînên ku mera êşê tînin, kuta ke (Îşaya 65:17; Eyantî 21:4). Hergê em riyê fikir û êmosiyên xweda diçerçirin, ev hêvî wê qewatê bide me ku teyax kin.