Bi Rastî Axiriya We Çiva Girêdayî ye?
Gelek meriv bawer dikin wekî axiriya wan destê qewatên ku nayêne dîtinêda ye. Ser hîmê vê yekê, ewana cûre-cûre tişta dikin, wekî axiriya wan baş be.
GELEK MERIV ÇI BAWER DIKIN
ASTROLOJÎ: Hine meriv bawer dikin, wekî axiriya wan vê yekêva girêdayî ye, ku roja bûyîna wan steyrk çi cûreyî rêz girtibûn. Ewana pê tiştên astrolojî û horoskopa dixwazin pêbihesin hela çi hîviya wan e û paşê her tiştî dikin, wekî xwe xwey kin ku ziyan nagihîje wan û pêşdaçûyî bin.
FÊN ŞÛY: Hinek jî bawer dikin wekî bextewarî vê yekêva girêdayî ye, hela ewana mal yan avayî wê kîderê ava bikin, dêmek ew gerekê li gora qewatên tebiyetê ku nayêne dîtinê, bêne avakirinê. Lo Wîng, * yê ku Hon-Kongêda dijî, dibêje: “Êkspêrtê fên şûy minra got, heger ez kevirekî mexsûs dikana xweda daynim wî cîyî ku ewî minra got, wî çaxî ezê diha zêde pera çêkim”.
HEBANDINA KAL-BAVA: Hine meriv jî difikirin wekî ewana gerekê hurmet-rûmetê bidine kal-bava yan jî cûre-cûre xudana, wekî ew wana biparêzin û bereket kin. Kulfeteke bi navê Vanê ji Viyetnamê, dibêje: “Min bawer dikir heger ez hurmet-rûmetê bidime kal-bavên xweye mirî, jîyîna min wê diha baş be û axiriya min û zarên min wê bêxof be”.
RÊÎNKARNASYA: Gelek meriv bawer dikin, ku çaxê kesek dimire ew dîsa û dîsa tê bûyînê û usa jîyîna wî berdewam dibe. Ewana bawer dikin, ku tiştên qenc û xirab, yên ku têne serê wan, axiriya kirên wan e, kîjan ku wana jîyîna dinda dikir.
Rast e gelek meriv vê yekê bawer nakin, lê dîsa jî ewana koçektiyê dikin, mesele pê karta, pê qaweyê û ser kefa dest. Ewana difikirin wekî ew tişt wê alî wan bikin axiriya xwe bizanibin.
GELO EW TIŞT BI RASTÎ ALÎ MERIVA DIKIN?
Gelo ew merivên ku wan tişta bawer dikin, û wanva mijûl dibin, bextewar bûne û jîyîna bêxof qazanc kirine?
Dîna xwe bidine serhatiya Hao, yê ku Viyetnamêda dijî. Ewî dixwest pê astrolojiyê, fên şûyê û hebandina kal-bava axiriya xwe bizanibe û jîyîna xweda pêşdaçûyî be. Lê gelo ew gihîşte nêta xwe? Hao dibêje: “Min gelek perê xwe unda kir, ketime bin deyna, malda şer-dew pêşda hatin û ez gelek dilşkestî bûme”.
Kûîmîng jî ku ji Teywanê ye, baweriya xwe astrolojî, rêînkarnasya, bext, fên şûy û hebandina kal-bava, dianî. Lê gava ewî her tişt lêkolîn kir, got: “Min fem kir, wekî ew hînkirin û erf-edet miqabilî hev in û dixalifînin. Min têderxist ku gelek car prognozên astrolojî nerast in. Lê derheqa rêînkarnasyayê, min pirs dida xwe, heger emirê mine pêşiyê qe nayê bîra min, ez ça dikarim guhastina bikim wekî emirê xweyî din diha baş kim?”
“Min fem kir, wekî ew hînkirin û erf-edet miqabilî hev in û dixalifînin” (KÛÎMÎNG, TEYWAN).
Hao, Kûîmîng û dîsa gelek merivên din, têderxistine ku axiriya me felek, bext, steyrk, hebandina kal-bava û rêînkarnasyayêva girêdayî nîne. Lê gelo ev tê hesabê wekî axiriya me destê meda nîne û em nikarin tiştek bikin?
Gelek difikirin wekî ewana wê emirê xweda hingê bextewar û pêşdaçûyî bin, heger pey xwendina bilind û hebûkê kevin. Lê gelo kesên usa gihîştine nêta xwe û bextewar in?