GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 8
“Serwaxt bin, Hişyar Bimînin!”
“Serwaxt bin, hişyar bimînin!” (1 PETRÛS 5:8).
KILAMA 144 Ewan Soza Tu Bîr Neke!
VÊ GOTARÊDA a
1. Îsa şagirtên xwera derheqa hatina xilaziyê çi got, û ewî çi temî da wan?
ÇEND roj pêşiya mirina Îsa Mesîh, çar şagirtên wî lê pirsîn: “Nîşana . . . axiriya vê dinyayê wê çawa be?” (Metta 24:3). Şagirta dixwest pêbihesin ku Orşelîm û paristgeh wê kengê bêne wêrankirinê. Gava Îsa caba wan da, ewî ne tenê besa wêrankirina Orşelîm û paristgehê kir, lê ewî besa axiriya vê dinyayê jî kir. Îsa derheqa hatina xilaziyê usa got: “Lê bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, ne milyaketên ezmên û ne jî Kur, lê tenê Bav”. Paşê ewî temî da şagirtên xwe, ku ewana “haş ji xwe hebin!” û “hişyar bimînin!” (Marqos 13:32-37).
2. Çira ferz bû wekî Mesîhiyên qirna yekê, ku Cihûstanêda dijîtin, hişyar bimînin?
2 Mesîhiyên ku qirna yekêda li Cihûstanê dijîtin, gerekê hişyar bimana, wekî emirê xwe unda nekirana. Îsa şagirtên xwera gotibû ku ewana çawa dikarin têderxin, wekî wêrankirina sîstêma Cihûya nêzîk bûye. Ewî usa got: “Gava hûn bibînin ku ordiya dora Orşelîmê girtiye, hingê bizanibin ku wêranbûna wê nêzîk e”. Wî çaxî gelek ferz bû ku ewana guh bidin temiya Îsa û “birevine çiya” (Lûqa 21:20, 21). Çaxê Romaya Orşelîm wêran kirin, kesên ku guh dane temiya Îsa, sax man.
3. Vê gotarêda emê cabên kîjan pirsa bistînin?
3 Îro em axiriya vê dinya xirabda dijîn. Lema jî gerekê em haş ji xwe hebin û hişyar bimînin. Vê gotarêda, emê cabên van pirsa bistînin: Em çawa dikarin bi nihêrandina rast ser tiştên ku dinyayêda diqewimin binihêrin? Em çawa dikarin haş ji gotin û kirên xwe hebin? Û em çawa dikarin wedê xwe rast bidine xebatê?
SER TIŞTÊN KU DINYAYÊDA DIQEWIMIN NIHÊRANDINA RAST XWEY KIN
4. Çira em dixwazin haş ji halê dinyayê hebin?
4 Femdarî ye ku em dixwazin haş pê hebin ku dinyayêda çi diqewime, çimkî ev qewimandin pêxembertiyên Kitêba Pîroz tînin sêrî. Mesele, Îsa pêşda yek bi yek gotibû ku em çawa dikarin têderxin, wekî xilaziya dinya Mîrê-cina nêzîk e (Metta 24:3-14). Giliyên Petrûsê şandî me hêlan dikin, wekî em rind dîna xwe bidin ser van pêxembertiyên ku ber çevê me têne sêrî, wekî baweriya me diha qewî be (2 Petrûs 1:19-21). Kitêba paşin, ya Kitêba Pîroz, bi van giliya destpêdibe: “Eyantiya Îsa Mesîh e, kîjan Xwedê da wî, wekî ew wan tiştên ku gerekê zûtirekê biqewimin, nîşanî xulamên wî ke” (Eyantî 1:1). Lema jî, em dixwazin haş ji tiştên ku dinyayêda diqewimin hebin, çimkî dixwazin bizanibin hela pêxembertiyên Kitêba Pîroz çawa têne sêrî. Hemikî em bi dil û can dixwazin tevî kesên din derheqa vê yekê xeber din.
5. Em gerekê çi bikin û çi nekin? (Binihêre usa jî şikil.)
5 Gava em tevî kesên din derheqa pêxembertiyên Kitêba Pîroz xeber didin, em gerekê ber xwe dernexin ku dibeke çi û ça wê biqewime. Gelo çira? Çimkî em naxwazin pê giliyên xwe yektiya civatê xirab kin. Mesele, dibeke serwêrên dinyayê bêjin, ku wana bona problêmekê çare dîtiye û dixwazin edilayê û bêxofiyê bînin dinyayê. Dewsa ku em bi texmîna xwe bêjin, wekî ew yek pêxembertiya ji 1 Têsalonîkî 5:3 tîne sêrî, diha baş e wekî em dîna xwe bidin femkirina herî teze, ya ku edebyetên meda hatiye zelalkirinê. Hergê xeberdana me ser hîmê edebyetên teşkîleta Yehowa be, emê yektiya civatê biparêzin û “ser nêt-meremekî bin” (1 Korintî 1:10; 4:6).
6. Em ji 2 Petrûs 3:11-13 çi dersa hîn dibin?
6 Bixûne 2 Petrûs 3:11-13. Pawlosê şandî alî me dike, wekî em bifikirin ser vê meniyê, ku çira em gerekê pêxembertiyên Kitêba Pîroz lêkolîn bikin. Ew yek dilê me qewî dike, ku em “hîviya Roja Xwedê bin”. Gelo çira? Çimkî em ne ku dixwazin bizanibin ku Harmegedon wê xût kîjan ‘rojê û sihetê’ bê, lê em dixwazin “jiyîna helal û xwedênasiyêda bimeşin” (Metta 24:36; Lûqa 12:40). Dêmek bi gotineke din, em dixwazin tiştên rast bikin û Yehowara xizmet kin, çimkî em gelek wî hiz dikin. Seva ku em usa bifikirin û usa bikin, em gerekê miqatî xwe bin û haş ji gotin û kirên xwe hebin.
ÇI TÊ HESABÊ “MIQATÎ XWE BIN”?
7. Em çawa dikarin miqatî xwe bin? (Lûqa 21:34)
7 Îsa şagirtên xwera got ku gerekê ewana dîna xwe ne tenê bidin halê dinyayê, lê gerekê miqatî xwe bin. Bixûne Lûqa 21:34 û ser temiya Îsa kûr bifikire. Ewî usa gotibû: “Miqatî xwe bin”. Kesê ku miqatî xwe dibe û haş ji xwe heye, dîna xwe dide tiştên ku dikarin zirarê bidin dostiya wî tevî Yehowa, û ew aliyê xweda her tiştî dike, wekî xwe ji van xofa xwey ke. Bi vî cûreyî, ew hizkirina Xwedêda dimîne (Metelok 22:3; Cihûda 20, 21).
8. Pawlosê şandî Mesîhiyara çi gotibû?
8 Pawlosê şandî Mesîhiyara gotibû, wekî ewana miqatî xwe bin. Mesele, ewî Efesiyara usa gotibû: “Awa binihêrin ku hûn nigê xwe fesal bavêjin, nebine mîna bêfema, lê mîna serwaxta” (Efesî 5:15, 16). Mîrê-cina timê xîret dike, wekî dostiya me tevî Yehowa xirab ke. Lema jî Kitêba Pîroz vê şîretê dide me: “Bizanibin çi ye qirara Xudan”. Hergê em usa bikin, emê xwe ji hemû hicûmên Mîrê-cina biparêzin (Efesî 5:17).
9. Em çawa dikarin safîkirina xwe li gora qirara Yehowa bikin?
9 Kitêba Pîrozda derheqa her tiştê ku dikare zirarê bide dostiya me tevî Yehowa, nayê gotinê. Gelek car, gerekê em wan safîkirina bikin, derheqa kîjana Kitêba Pîroz raste-rast tiştekî nabêje. Seva ku em safîkirinên baş bikin, em gerekê fem bikin ku “çi ye qirara” Yehowa. Lema jî gelek ferz e, wekî em her roj Xebera Xwedê bixûnin û ser gotinên wê kûr bifikirin. Çiqas em fem bikin ku xwestina Yehowa çi ye, û çiqas em li gora “nêt-fikira Mesîh” bifikirin, emê haqas zêde mîna ‘serwaxta bimeşin’. Hergê em usa bikin, bona her tiştî mera îda wê qanûn û qeyde ne lazim bin (1 Korintî 2:14-16). Hine telika em hêsa dikarin têderxin, lê hinek jî veşartî ne.
10. Hine telikên ku gerekê em xwe ji van xwey kin, çi ne?
10 Hine telikên ku gerekê em xwe ji wan dûr bigirin ew in: Flîrt, xwarin û vexwarina zêde, gotinên ku dila birîndar dikin yan jî nihêrandina zordariyê, pornografiyayê û tiştên mîna wê (Zebûr 101:3). Dijminê me Mîrê-cina her gav mecala digere, wekî zirarê bide dostiya me tevî Yehowa (1 Petrûs 5:8). Hergê em haş xwe tune bin, Mîrê-cina dikare toximên hevsûdiyê, qelpiyê, timayê, kîn û nefretê, qurebûn û xeydê, hiş û dilê meda biçîne (Galatî 5:19-21). Sêrîda, diqewime ev fikir û xwestin ne gelek qewî bin. Lê hergê em wana zû kokêva ranekin, ewê mîna şînkaya jerdadayî şîn bin û zirarê bidine me (Aqûb 1:14, 15).
11. Em gerekê xwe ji kîjan telikên veşartî dûr bigirin û çira?
11 Hevaltiya xirab telikeke veşartî ye. Vê meselê bide ber çevê xwe. Tu tevî kesekî dixebitî, yê ku Şedê Yehowa nîne. Tu dixwazî wekî ev hevalxebatçiyê te derheqa Şedên Yehowa xirab nefikire. Lema jî tu jêra qenc û heyf î. Diqewime hûn car-cara tevayî xwarinê dixwin. Wede şûnda, ev yek wera dibe îda xeyset. Carna, xeberdan derheqa tiştên bênamûs diçe. Sêrîda, tu usa dikî, wekî xeberdanên usa pişt guhê xweva bavêjî. Paşê, guhê te hînî xeberdana wî dibe û tu qe ser xeberdana wî eciz nabî. Rojekê, hevalxebatçiyê te dixwaze êvarê tevî te tiştekî vexwe û tu qayîl dibî. Hêdî-hêdî, fikirên te dibin mîna fikirên wî. Zû yan dereng, rabûn û rûniştina te wê bibe mîna ya hevalxebatçiyê te. Hemikî, em qedirê her kesî digirin û wanra qenc in. Lê gerekê em vê yekê bîr nekin: Kesên ku em wedê xwe tevî wan derbaz dikin, dikarin gelek ser me hukum kin (1 Korintî 15:33). Hergê em li gora şîreta Îsa haş ji xwe hebin, emê tevî kesên usa hevaltiyê nekin, çimkî ew li gora qanûn û prînsîpên Yehowa Xwedê nameşin (2 Korintî 6:15). Em gerekê pêşda telik û xofê têderxin û xwe ji van dûr bigirin.
WEDÊ XWE BI CÛRÊ HERÎ BAŞ BIDE XEBATÊ
12. Gava şagirtên Îsa hîviya axiriyê bûn, wana çi dikir?
12 Gava şagirtên Îsa hîviya wêrankirina Orşelîm û paristgehê bûn, Îsa dixwest wekî ewana şixulekî bikin. Ewî wanra gotibû ku gerekê ewana mizgîniyê “Orşelîmêda girtî temamiya Cihûstanê, Sameryayê û heta serê dinê jî” bela bikin (Karên Şandiya 1:6-8). Bi rastî jî, ev şixul, şixulekî gelek mezin e! Ji bo vê yekê ku wana şixulê xwe bi dil û can dikir, wana wedê xwe bi cûrê herî baş dida xebatê.
13. Çira em gerekê wedê xwe bi cûrê herî baş bidine xebatê? (Kolosî 4:5)
13 Bixûne Kolosî 4:5. Seva ku em miqatî xwe bin, gerekê em bifikirin ku em wedê xwe çawa derbaz dikin. Tiştên xirab dikarin bêne serê her kesî (Waîz 9:11). Mesele, nişkêva em dikarin jîyîna xwe unda kin.
14-15. Em çawa dikarin wedê xwe bi cûrê herî baş bidine xebatê? (Îbranî 6:11, 12) (Binihêre usa jî şikil.)
14 Hergê em li gora xwestina Yehowa hereket bikin û dostiya xwe tevî wî diha qewî kin, emê wedê xwe bi cûrê herî baş bidine xebatê (Yûhenna 14:21). Gerekê em “qewîn bimînin, ji ciyê xwe nehejin, her gav şixulê Xudanda pêşda herin” (1 Korintî 15:58). Paşê, gava xilaziya jîyîna me yan jî xilaziya vê dinya xirab bê, emê nebêjin: “Xwezî min diha zêde Yehowara xizmet kira” (Metta 24:13; Romayî 14:8).
15 Îro, Îsa rêberiya şagirtên xwe dike, wekî ewana mizgîniya Padşatiya Xwedê hemû dera bela kin. Bi saya teşkîleta Yehowa, Îsa me hîn dike û hacetên lazim dide me, wekî em mizgîniyê bela kin (Metta 28:18-20). Em dixwazin gura Îsa bikin, lema jî em mizgîniyê bi dil û can bela dikin û meriva hîn dikin. Usa jî, heta ku Yehowa xilaziya vê dinya xirab bîne, em dixwazin hişyar bimînin. Hergê em şîreta ji Îbranî 6:11, 12 bînin sêrî, emê “heta xilaziyê” hêviya xwe unda nekin (Bixûne).
16. Em dixwazin bi dil û can çi bikin?
16 Yehowa îda roj kifş kiriye ku kengê dinya Mîrê-cina qir ke. Gava ew roj bê, Yehowa wê hemû sozên xwe bîne sêrî. Dibeke em carna difikirin ku xilaziya vê dinyayê derengî dikeve. Lê roja Yehowa ‘wê dereng nemîne’ (Hebaqûq 2:3, ÎM). Heta hingê, em dixwazin bi dil û can û bi sebir “hîviya Xwedê xilazkarê xwe” bin (Mîxa 7:7, DT).
KILAMA 139 Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe
a Vê gotarêda, emê bivînin ku em çawa dikarin ruhanîda sist nebin û hişyar bimînin. Usa jî, emê hîn bin ku em çawa dikarin miqatî xwe bin û wedê xwe bi bîlanî xerc kin.
b ŞIROVEKIRINA ŞIKIL: (Jor) Jin û mêrek nûçeyê dinihêrin. Wede şûnda, paşî civînê, ewana derheqa vê yekê kesên dinra nihêrandinên xweye şexsî dibêjin. (Jêr) Jin û mêrek elametiya ji Koma Rêberiyê dinihêrin. Ewana dixwazin bizanibin ku femkirina herî teze derheqa pêxembertiyên Kitêba Pîroz çi ye. Ewana edebyetên ku ji aliyê xulamê aminva hatine hazirkirinê, bela dikin.