Çira Em Gerekê Şkestî bin?
“Serwaxtî tevî şkestiya ye” (METLK. 11:2).
1, 2. Çira Xwedê padşatî ji Şawûl stand? (Binihêre şiklê ewlin.)
ÇAXÊ Şawûl bû padşa, ew merivekî şkestî bû (1 Sam. 9:1, 2, 21; 10:20-24). Lê hine wede şûnda, ew bû yekî xwerazî û kubar. Mesele, carekê Fîlîpî miqabilî Îsraêliya derketin. Bona vê yekê, pêxemberê Xwedê Samûyêl gote Şawûl, wekî wê bê Gîlgalê û Yehowara qurbanê bide. Şawûl hîviya wî bû, lê ew derengî diket. Hin jî Îsraêliya Şawûl hîştin, lema Şawûl tevhev bû. Diqewime ew fikirî: “Ez gerekê tiştekî bikim, û hin jî zû”. Şawûl hîviya Samûyêl nesekinî, û xwexa Yehowara qurban da. Lê îzina wî tune bû ew yek bikira, û lema Yehowa ser wî hêrs ket (1 Sam. 13:5-9).
2 Çaxê Samûyêl hate Gîlgalê, ew li Şawûl hilat. Şawûl xwe heq derdixist, lê yên mayîn neheq kir. Ewî ne jî hesab dikir wekî ewî şaşîke mezin kir (1 Sam. 13:10-14). Ji wî wedeyî destpêkirî, Şawûl dîsa gelek kirên nerast kir, û lema axiriyêda ewî padşatiya xwe unda kir, û hê xirab, ewî qebûlkirina Yehowa unda kir (1 Sam. 15:22, 23). Destpêkêda emirê Şawûl baş bû, lê axiriya wî gelek xirab xilaz bû (1 Sam. 31:1-6).
3. a) Îro merî çi difikirin derheqa şkestîbûnê? b) Vê têmayêda emê kîjan pirsa şêwir kin?
3 Vê dinyayêda meriv seva ku pêşda herin û ji yên din baştir bin, hevra dikevine lecê. Lema wan merivara çetin e şkestî û milûk bin. Mesele, artîstekî navdar, kîjan ku hin jî bûye polîtîk, carekê giliyên usa got: “Qe hişê minra derbaz nabe bibime yekî şkestî û milûk, û ez ne jî dixwazim bibime yekî usa”. Lê çira ferz e wekî Mesîhî şkestî bin? Çi tê hesabê û çi nayê hesabê bibine merivê şkestî? Û em ça dikarin şkestî bimînin derecên çetinda? Vê têmayêda emê du pirsên pêşin şêwir kin. Lê pirsa sisiya, emê şêwir kin têma dinda.
ÇIRA FERZ E ŞKESTÎ BIN?
4. Çi tê hesabê kubarî?
4 Kitêba Pîroz dide kifşê firqiya orta merivên şkestî û merivên kubar. Merivê kubar gelek car xwera tiştên usa îzinê dide, kîjan ku jêra nakevin, û dikarin bêjin ew meriv xwerazî ye. (Bixûne Metelok 11:2.) Dawid ji Yehowa lava dikir, wekî ew “ji kubariyê [wî] xwey ke” (Zeb. 19:13). Lê gelo ça tê kifşê çaxê meriv xwerazî û kubar e? Çaxê meriv bi serî xwe tiştekî usa dike çi ku jêra îzin tune, dikarin bêjin wekî ew kubar e. Em gişk gunekar in, lema cara em dikarin tişta bi serî xwe bikin. Lê hergê ew mera dibe xeyset ça dereca Şawûlda bû, zû yan dereng emê heleqetiya xwe tevî Xwedê xirab kin. Zebûra 119:21-da, derheqa Yehowa tê gotinê: “Tu kubarêd nifirkirî hiltêyî”. Lê gelo çira Yehowa hindava wanda usa ne?
5. Çira çaxê em bi serî xwe tiştekî dikin ew hê xirab e, ne ku bêhemdê xwe şaşiyê bikin?
5 Çaxê em bi serî xwe tiştekî dikin ew hê xirab e, ne ku bêhemdê xwe şaşiyê bikin. Çira? Çimkî bi wê yekê, em bêhurmetiyê didine kifşê hindava Yehowa, yê ku Serwêrê me ye. Hin jî, hergê em tiştên usa bikin çi ku îzina me tune û me nakeve, heleqetiya me tevî meriva dikare xirab be (Metlk. 13:10). Usa jî, çaxê merivên din pêbihesin ku ji bo kubariyê me kirên usa kiriye, emê şermî bin û xwe nimiz texmîn kin (Lûqa 14:8, 9). Belê, kubarî axiriya baş mera nayne, û lema çawa ku Kitêba Pîroz dide kifşê, Xwedê dixwaze wekî em şkestî û milûk bin.
ÇI TÊ HESABÊ BIBINE ŞKESTÎ?
6, 7. Çi tê hesabê milûktî, û ça ew girêdayî ye tevî şkestîbûnê?
6 Şkestîbûn û milûktî gelek mîna hev in. Kitêba Pîroz merivê milûk eyan dike ça merivê nequre û nexwerazî (Fîlî. 2:3). Merivê milûk şkestî ye jî. Ew fem dike ku sînorê qewata wî heye, û usa jî şaşiyên xwe tîne rûyê xwe. Merivê milûk timê hazir e guh bide yên din û şîreta qebûl dike. Belê, merivê milûk dilê Yehowa şa dike.
7 Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî merivê şkestî sînora qewata xwe zane û fem dike ku hene tişt çi îzina wî tune bike. Zanebûna vê yekê, alî wî dike wekî qedirê merivên din bigire û heleqetiya wî hindava wanda baş be.
8. Seva ku em şkestî bimînin, em gerekê ji çi dûr bin?
8 Ça em dikarin têderxin wekî em kubar dibin? Dîna xwe bidine hine wan nîşana. Mesele, çaxê em dilê xweda xwe bilind hesab dikin, û bi cabdariyên xwe civatêda xwe qure dikin (Rom. 12:16). Yan jî çaxê em dîna meriva dikişînin ser xwe (1 Tîmt. 2:9, 10). Diqewime jî, em fikirên xwe ser merivava kin, û bêjin ku ewana çi bikin û çi nekin (1 Korn. 4:6). Çaxê em xwe usa didine kifşê, gelek car usa diqewime wekî em ne jî têderdixin ku em kubar dibin.
9. Çira hine meriv bûne kubar û xwerazî? Bînin mesele ji Kitêba Pîroz.
9 Her kes ji me dikare tişta bi serî xwe bike, hergê pey xwestinên bedenê kevin. Gelek meriv ji bo xwehiziyê, hevsûdiyê û hêrsê, bi serî xwe gelek kirên nerast kirine. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gilîkirinê derheqa Abşalom, Ûzîya, û Nebûkedneser. Yehowa wana nimiz kir çimkî ewana kubar bûn (2 Sam. 15:1-6; 18:9-17; 2 Dîr. 26:16-21; Dan. 5:18-21).
10. Çira em gerekê loma meriva nekin? Meselê ji Kitêba Pîroz bînin.
10 Dîsa hene menî ku çira hine meriv cara nemilûktiyê didine kifşê. Dîna xwe bidine wan du serhatiyên ji Kitêba Pîroz, ku Destpêbûn 20:2-7 û Metta 26:31-35-da têne gilîkirinê. Wan serhatiyada em dixûnin derheqa Abîmelex û Petrûs. Gelo em dikarin bêjin wekî wana ew kirên nerast bi serî xwe kirin, çimkî pey xwestinên nerast ketin? Yan wana nizanibû derheqa hemû dereca û wana bêhemdê xwe şaşî kir? Em dila nikarin bixûnin, lema jî wê bi bîlanî be û bi hizkirin be, hergê em loma meriva nekin. (Bixûne Aqûb 4:12.)
CIYÊ ME TEŞKÎLETA XWEDÊDA
11. Hergê em şkestî ne, em çi gerekê bizanibin derheqa ciyê xwe teşkîleta Xwedêda?
11 Merivê şkestî fem dike, ku ew çi ciyî digire teşkîleta Xwedêda. Yehowa Xwedêyê terbetiyê ye, û ew teşkîleta xweda her kesîra şixul û cabdariyê dide. Civatêda her kes ji me cûre-cûre şixul dike, û em gişk lazim in. Û Yehowa ji qenciya xwe me her kesîra pêşkêş daye, mesele fereset, hunur, û talant. Ewan pêşkêşa em dikarin bidine xebatê seva wî rûmet kin û karê bidine yên mayîn (Rom. 12:4-8). Yehowa qedirekî mezin daye me her kesî, ku şixul da destê me. Ew me qîmet dike û îtbariya xwe me tîne. (Bixûne 1 Petrûs 4:10.)
12, 13. Çira em gerekê ecêbmayî nemînin, çaxê teşkîleta Xwedêda cabdariyên me têne guhastinê?
12 Şixulê me teşkîleta Xwedêda cara dikare bê guhastinê. Dîna xwe bidine mesela Îsa. Pêşiyê, ew tenê tevî Yehowa bû (Metlk. 8:22). Paşê, Îsa û Yehowa tevayî milyaket, gerdûn, û meriv efirandin (Kols. 1:16). Paşê, Îsa şixuleke teze stand, ku bê ser erdê. Ew gerekê bihata bûyînê ça zarok û mezin bûya ça merivekî gihîştî (Fîlî. 2:7). Paşê, çaxê ewî emirê xwe da ça qurban, ew vegeriya ezmana, seva ku sala 1914-da bibe Padşa Padşatiya Xwedêda (Îbrn. 2:9). Lê ew hê xilazî nîne. Paşî Hezarsaliya Serwêrtiyê, Îsa wê Padşatiyê bide destê Yehowa, seva ku “her tiştîda ew bibe Xwedêyê her tiştî” (1 Korn. 15:28).
13 Em jî emirê xweda gelek guhastina dikin. Cara ji bo safîkirinên me cabdariyên me têne guhastinê. Mesele, dibeke em azep bûn, lê paşê zewicîn. Yan dibeke niha em zara mezin dikin. Paşê, dibeke me safî kir wekî emirê xweda tiştekî biguhêzin seva ku bibine xizmetkarên hertim. Çaxê derecên me têne guhastinê, cara cabdariyên me jî têne guhastinê. Û lema dibeke em bikaribin şixulê Xwedêda yan hê zêde bikin yan jî hê kêm. Firqî tune em cahil in yan emirda mezin in, û sihet-qewata me çiqas heye, Yehowa rind Îbrn. 6:10).
zane ku her kes ji me çiqas û çi şixulî dikare bike xizmetiyêda. Ew ji me haqas dewa nake çiqas em nikarin bikin. Ew me qîmet dike û dilê wî şa dibe çaxê ew divîne, wekî çiqas qewata me digihîje em şixulê wî dikin (14. Çira çaxê em şkestî ne, em bextewar in?
14 Îsa şabûn distand ji her şixulî ku Xwedê dida wî, û em jî dikarin şabûnê bistînin ji şixulên xwe ku Xwedê dide me (Metlk. 8:30, 31). Bona merivê şkestî şixul û cabdaryên ku ew civatêda dike, bargiranî nîne. Ew civatêda pey navê xwe nakeve û şa dibe çaxê yên din pêşda diçin. Merivê şkestî fem dike wekî ew şixul Xwedê jêra daye, û ew dîna xwe didê û qewata xwe xerc dike ser wan şixula. Xêncî vê yekê, ew qedirê yên din digire çimkî Yehowa wanra jî şixul daye û ciyê wan jî heye teşkîleta Xwedêda. Belê, çaxê em şkestî û milûk in, em qedirê yên din digirin û alî wan jî dikin (Rom. 12:10).
ŞKESTÎ BIN ÇI NAYÊ HESABÊ?
15. Em çi dikarin hîn bin ji Gîdêyonê milûk?
15 Gîdeyon merivekî gelek şkestî û milûk bû û ew meseleke baş e bona me. Çaxê cara pêşin milyaketê Yehowa jêra eyan bû û giliyê Xwedê gote wî, Gîdeyon got wekî bona wî şixulî ew nelayîq e, çimkî ew ji bereka herî biçûk e û necêribandî ye (Hakim. 6:15). Paşê, çaxê ewî qebûl kir şixulê ku Yehowa jêra da, ew dixwest bawer bûya wekî ewî bi temamî fem kir çi ku Xwedê ji wî dewa dikir, û ewî dua dikir wekî Yehowa rêberiyê bide wî (Hakim. 6:36-40). Gîdeyon merivekî mêrxas û qewî bû, lê usa jî ew yekî aqil û serwaxt bû (Hakim. 6:11, 27). Ewî ew şixul dikir, ne seva navê wî bilind be. Û çaxê ewî îda hemû tişt kir çi ku Yehowa ji wî xwest, ew bi şabûnê vegeriya mala xwe (Hakim. 8:22, 23, 29).
16, 17. Merivê şkestî çi hildide hesab, çaxê dixwaze cabdariya zêde hilde ser xwe?
16 Hergê kesek dixwaze wekî cabdariya teze bistîne yan jî pêşda here seva civatêda hê zêde bike, ew nayê hesabê wekî ew yekî şkestî nîne. Bi rastiyê, Kitêba Pîroz me hemûşka hêlan dike, wekî xizmetiyêda pêşda herin (1 Tîmt. 4:13-15). Lê gelo pêşdaçûyîn ew tê hesabê çaxê cabdariya teze distînin? Ne hertim. Bi alîkariya Yehowa, em dikarin her şixulê xweda ruhanîda pêşda herin. Em usa jî dikarin xeyset-hunur û feresetên xwe hê baş kin, seva ku hê rind Xwedêra xizmet kin û alîkariyê bidine merivên din.
17 Merivê şkestî heta ku qebûl ke cabdariya teze yan şixulekî, pêşiyê ew wê pêbihese hela çi ji wî tê xwestinê. Ew wê rast ser dereca xwe binihêre, wekî bizanibe hela ewê bikaribe wî şixulî bike yan na. Mesele, ew wê bifikire hela xêncî cabdariya teze, ew wê pêra bigihîne tiştên ferz bike û wê qewata wî hebe bona wan tişta? Gelo ewê bikaribe hine şixulên xwe bide destê kesekî din, seva wedê wî hebe bona cabdariya teze? Hergê caba wan du pirsa heye na, wî çaxî dibeke kesekî din hê baş ewî şixulî bike. Hergê em Xwedêra dua bikin û rast binihêrin ser dereca xwe, ew yek wê alî me bike wekî çi ku ji qewata me der e hilnedin ser xwe. Û milûktî dikare me hêlan ke wekî bêjin na.
18. a) Hergê em şkestî ne, em berbi çi hêlan dibin çaxê em cabdarî yan şixulê teze distînin? b) Romayî 12:3-da çi nivîsar e derheqa merivê şkestî?
18 Serhatiya Gîdeyon mera zelal dide kifşê, wekî bêy rêberiya û kerema Yehowa, em nikarin pêşda herin cabdariyên xweye tezeda. Ji me hemûşka, tenê ew tê dewakirinê, wekî bi milûktî tevî Xwedêyê xwe herin (Mîx. 6:8). Lema çaxê em dixwazin cabdariya teze bistînin, em gerekê dua bikin û kûr bifikirin hela Yehowa çi mera dibêje bi saya Xebera xwe û teşkîleta xwe. Em gerekê fem bikin ku Xwedê bîlaniyê û qewatê dide me, û lema em gerekê îtbariya xwe wî bînin seva ku cabdariya xwe rind bînin sêrî. Em gerekê bîr nekin wekî em xwexa bêy Yehowa nikarin tu tiştî bikin, çimkî ew alîkarî û rêberiyê dide me (Zeb. 18:35). Çaxê em bi milûktî riya Xwedêda diçin, emê xwe ser merivara negirin û ne jî xwe nimiz hesab kin. (Bixûne Romayî 12:3.)
19. Çira em gerekê şkestî bin?
19 Merivê şkestî rûmetê dide Yehowa, çimkî Yehowa Efrandarê me û Serwêrê Gerdûnê ye (Eyan. 4:11). Çaxê em şkestî ne, em razî ne bona her şixulî ku em teşkîleta Xwedêda dikin û em bi dil û can ewî şixulî tînin sêrî. Hin jî çaxê em şkestî ne em xwerazî nînin, û em yektiyê xwey dikin nava cimeta Yehowada. Ew hunur alî me dike wekî em xwe ser merivara negirin, û serwaxtiyê dide me wekî em şaşiyên mezin bernedin. Bona wan meniya, gelek ferz e her xizmetkarê Xwedê bibe merivê şkestî. Belê, Yehowa gelek qîmet dike merivên şkestî. Têma dinda wê bê gotinê ku ça em dikarin çetinayada şkestî bimînin.