Çima Nerast Fem Dikin?
Keçikeke biçûk dît, ku çawa ji karxanê dû hildikişe û dibe mîna ewira. Ew difikire ku ew karxane xût seva vê yekê ye, ku ewira çêke. Zar gelek tişt fem nake û nizane, lema jî seva me ev dikare pêkenî bê kifşê. Lê çaxê meriv tiştekî nizane yan fem nake, ev yek dikare li ser jîyîna wî xirab hukum ke. Besa xeberê, çaxê tu derbêra derman vedixwî û naxûnî hela çi rêberî seva vê yekê tê dayînê, ji bo vê yekê tu dikarî ziyanê bikevî.
Nefemkirin û nezaniya tiştên ruhanî dikare hê xirab be seva me. Mesele, hine meriv hînkirinên Îsa fem nakin (Yûhenna 6:48-68). Dewsa ku hê zêde pêbihesin, ewana hemû tiştên ku Îsa hîn dikir, înkar dikin. Sed heyf!
Hergê tu Kitêba Pîroz dixûnî seva ku rêberiyê bivînî, ev gelek baş e. Lê dibeke çaxê tu dixûnî, hine tişt seva te nefemdarî ye. Gelek meriv vê yekêra qayîl in. Werên em şêwir kin sê fikirên nerast yên ku Kitêba Pîrozva girêdayî ne.
-
Hine meriv nerast fem dikin evê temiya ji Kitêba Pîroz “Ji Xwedê . . . bitirse”. Ewana evê temiyê raste-rast fem dikin (Waîz 12:13). Lê Xwedê naxwaze ku xizmetkarên wî ber wî bilerizin. Ew dibêje: “Tu netirse, ji ber ku ez bi tera me; li dora xwe nenihêre, ji ber ku Xwedayê te ez im; ezê te zexm bikim [qewî kim]; belê, ezê alî te bikim; . . . ezê bi destê rastê dadiya xwe ji tera bibim alîkar” (Îşaya 41:10). Ji Xwedê bitirsin tenê tê hesabê, ku qedirê wî bizanibin û bitirsin dilê wî bêşînin.
-
Yên din jî nerast fem dikin evan giliya: “Wexta her karî heye; . . . wexta rakirina ye . . . wexta kuştinê heye”. Ewana difikirin ku Xwedê xwexa safî dike, ku her meriv çi çax bimire (Waîz 3:1, 2). Bi rastî ev gilî-gotin dîna me didin li ser wedê jîyîna me û ne ku ser bext yan yaziya me. Xebera Xwedê usa jî me hîn dike, wekî safîkirinên me dikarin li ser dirêjaya jîyîna me hukum kin. Em dixûnin: “Tirsa XUDAN temenê [jîyînê] dirêj dike” (Metelok 10:27; Zebûr 90:10; Îşaya 55:3). Gelo çi cûreyî? Mesele çaxê em Xebera Xwedê hildidin hesab û qîmet dikin, ev me hêlan ke ji kirên usa xwe dûr bigirin, ça gelek îçkewexwarin û bênamûsî (1 Korintî 6:9, 10).
-
Hene yên usa jî, yên ku evan giliyên ji Kitêba Pîroz nerast fem dikin, kîderê ku tê gotinê wekî ezman û erd “têne xweykirinê, ku bi agir unda bin” (2 Petrûs 3:7). Xwedê soz dide, ku ew wê tu car erdê kuta neke. Xwedê “erd danî li ser bingeh, ku tu car ji cî neheje” (Zebûr 104:5; Îşaya 45:18). Vira tê gotinê derheqa şixulên dinya durû, ne ku derheqa erdê, yê ku wê kuta be û agirda unda be. Lê çi em dikarin bêjin derheqa ezman? Ew gilî raste-rast dikarê bê hesabê ça ezman, cîyê steyrka, yan jî ciyê Xwedê. Ew cî wê tu car naynê kutakirinê.
ÇIMA KITÊBA PÎROZ CARNA NERAST TÊ FEMKIRINÊ?
Çawa kifş e, gelek car meriv fem nakin gilî-gotinên ku ji Kitêba Pîroz dixûnin. Lê çima Xwedê dihêle wekî tiştê usa biqewime? Hinek dibe ku usa difikirin: “Hergê Xwedê pir bîlan e û hemû tiştî zane, ewî wê bikaribûya kitêbeke usa mera bida, yê ku bi giliyê hêsa bihata nivîsandinê, û her kesîra wê femdarî bûya. Çima Ewî ev yek nekir?” Dîna xwe bidine sê meniya ku çima gelek cara meriv nerast Kitêba Pîroz fem dikin.
-
Kitêba Pîroz dikarin tenê merivên milûk fem bikin û yên ku hazir in hîn bin. Îsa gote Bavê xwe: “Şikir navê te be Bavo, Xudanê erd û ezman, ku te ev tişt ji zana û bîlana veşartin û li ber zara vekir” (Lûqa 10:21). Kitêba Pîroz bi cûrê usa hate nivîsandinê, ku tenê merivên bi nihêrandina rast dikarin evê fem bikin. Merivên babax, yên ku çevên xweda zane û bîlan in, nerast Kitêba Pîroz fem dikin. Lê merivên ku Kitêba Pîroz dixûnin, û nihêrandina “zara” xwey dikin, ewana milûk in û hizret in hîn bin. Lema jî Xwedê wana kerem dike û ewana elametiya Xwedê gelek baş fem dikin. Bi rastî jî Xwedê çiqas bi aqilayî Kitêba Pîroz da nivîsarê!
-
Kitêba Pîroz seva wan meriva ye, yên ku bi dil û can alîkariyê ji Xwedê dixwazin seva ku fem bikin. Îsa da kifşê ku merivara wê alîkarî lazim be, seva ku bi temamî bikaribin fem bikin tiştên ku ew hîn dikir. Çawa wana gerekê ev alîkarî bistanda? Îsa şirowekir: “Piştovan, awa gotî Ruhê Pîroz, ku Bav wê bi navê min bişîne, ewê we hînî hemû tiştî ke” (Yûhenna 14:26). Dêmek Xwedê ruhê xweyî pîroz dide me, yanê qewata xwe, seva ku alî meriya bike tiştên xwendî fem bikin. Ruhê pîroz usa jî ça bêjî gelek Mesîhiyên cêribandî hêlan dike, seva ku ewana alîkariyê bidine yên dinêna ku tiştên xwendî fem bikin (Karên Şandiya 8:26-35).
-
Hine parên Kitêba Pîroz, meriv dikarin tenê wedê kifşkirîda fem bikin. Mesele, Daniyêl pêxemberra hatibû gotinê wekî elametiya derheqa axiriyê binivîse. Milyaketekî wîra got: “Lê belê tu, ya Danîêl, heta wexta dawînê van gotina veşêre û pirtûkê mor bike”. Qirne derbaz bûn, û gelek meriva destpêkirin kitêba Daniyêl bixûnin, lê nikaribûn mena vê fem bikin. Bi rastî xwexa Daniyêl jî fem nedikir hemû tiştên ku ewî dinivîsî. Ewî bi milûktî got: “Û min ev bihîst, lê belê fêhm nekirim”. Wede şûnda meriv gerekê rast fem kirana pêxembertiya Xwedê ya ku Daniyêl nivîsî. Lê hemikî ew yek wê biqewimiya wedekî kifşkirîda, kîjan ku Xwedê bijartibû. Milyaket dibêje: “Here, Danîêl, ji ber ku heta wexta dawînê van gotinan veşartî ne û mor kirî ne”. Gelo kî wê elametiya Xwedê fem bike? “Tu kesî ji yên xeraban e, wê fem nekin. Lê belê, yên bi femkarî ne wê fem bikin” (Daniyêl 12:4, 8-10). Lema jî Xwedê, mena elametiya Kitêba Pîroz venake, heta wedê kifşkirî neyê.
Şedên Yehowa jî gelek tişt ji Kitêba Pîroz nerast fem dikirin. Lê çaxê wedê Xwedê gihîşt seva ku hine tişt zelal bin, Şedên Yehowa bi hazirbûn nihêrandina xwe û femkirina xwe guhastin. Bi vê yekê ewana çev didine şandiyên Îsa, yên ku bi milûktî nihêrandina xwe guhastin çaxê Îsa wana rast kir (Karên Şandiya 1:6, 7).
Keçika biçûk derheqa kîjanî ku me jorê gilî kir, difikirî ku ewir ji karxanê çêdibin. Ewê ev yek nerast fem dikir. Lê gelek ferz e ku em hînkirinên Kitêba Pîroz rast fem bikin. Merivê ku xwexa dixûne Kitêba Pîroz û dixebite seva ku fem bike, dikare tiştên ferz ji dîna xwe berde. Lema jî alîkariyê bigere seva ku tiştên xwendî fem bikî. Alîkariyê bixwaze ji wan meriya, yên ku bi nihêrandina rast û bi milûktî Kitêba Pîroz hîn dibin. Ev ew meriv in yên ku bawer in, wekî ruhê Xwedêyî pîroz wê alî wan bike Kitêba Pîroz fem bikin. Ew meriv usa jî bawer dikin ku em dijîn hema vî wedê kifşkirîda, çi çax ku Xwedê dixwaze wekî em hê rind Kitêba Pîroz fem bikin. Şerm neke nêzîkî Şedên Yehowa bî û tevî wana xeber dî, yan jî bixûne elametî li ser malpera jw.org. Kitêba Pîroz soz dide: “Ger tu bangî aqilê bikî . . . Tuyê tirsa XUDAN fêm bikî” (Metelok 2:3-5).