Çira Em Gerekê “Hişyar Bimînin”?
“Hûn nizanin Xudanê weyê kîjan rojê bê” (MET. 24:42).
1. Meselê bînin, ku çira ferz e em bizanibin ku çi wede ye û dor berê me çi diqewime. (Binihêre şiklê ewlin.)
CIVATA mezin îda destpêdibe! Berpirsiyarê bernamê tê ser sênê û gişka slav dike. Miqam gerekê destpêbe. Guhdarvan îda zanin ku wede ye ciyên xwe bigirin. Ewana hazir in miqama xweş bibihên, wekî hişê xwe û dilê xwe hazir kin, seva gotara bibihên. Lê diqewime hinek guh nadin ku civata mezin destpêdibe, û ketine xeberdanê tevî hevalên xwe, yan jî tiştekîda mijûl dibin. Wana dîna xwe nedanê ku wede gihîşt, û ku berpirsiyarê bernamê îda ser sênê ye, miqam destpêbû, û guhdarvan rûniştine. Ew mesele dide kifşê ku çi dikare biqewime, hergê em dîna xwe nadin ser wede û nenihêrin çi diqewime dor berê me. Ew mesele bona me ders e, çimkî em niha hîviya qewimandineke hê mezin in, û em gerekê bona vê rojê hazir bin. Gelo ew çi qewimandin e?
2. Çira Îsa şagirtên xwera got ku “hişyar bimînin”?
2 Çaxê Îsa xeberdida derheqa “axiriya vê dinyayê”, ewî şagirtên xwera got: “Haş ji xwe hebin! Hişyar bimînin! Çimkî Met. 24:3; bixûne Marqos 13:32-37.) Kitêba Metta jî eyan dike, ku Îsa şagirtên xwe şîret kir wekî ewana serxwe bin. Ewî got: “Awa hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin Xudanê weyê kîjan rojê bê. . . . Hûn jî hazir bin, çimkî Kurê Însan wê siheteke usada bê, ku hûn ne çevnihêrî ne”. Paşê, ewî dîsa got: “Hişyar bimînin, çimkî hûn ne roja hatina Kurê Însan zanin, ne jî sihetê” (Met. 24:42-44; 25:13).
hûn nizanin kengê wextê pêra bigihîje”. Paşî vê yekê, Îsa dîsa wekiland: “Hişyar bimînin”. (3. Çira em gerekê guh bidine şîreta Îsa?
3 Çawa Şedên Yehowa em rind guh didine giliyên Îsa. Em zanin ku em niha dijîn rojên xilaziyêda û gelek hindik maye ku tengasiya mezin destpêbe! (Dan. 12:4; Met. 24:21). Em pê çevê xwe divînin ku çawa pêxembertiya Îsa tê sêrî. Em divînin ku dinêda neheqî û zulmî zêde bûye. Gelek şer, kêmasiya xwarinê, nexweşiyên giran, erdhej hene, û usa jî rêlîgiyên qelp meriva dixalifînin. Xêncî vê yekê, cimeta Yehowa nav temamiya dinyayêda mizgîniya Padşatiyê bela dike (Met. 24:7, 11, 12, 14; Lûqa 21:11). Û em niha gelek hîviya hatina Îsa ne, û hîviyê ne çaxê ew qirara Xwedê bîne sêrî (Marq. 13:26, 27).
EW ROJ GELEK NÊZÎK E!
4. a) Çira em bawer in ku Îsa zane wê kengê Harmegedon destpêbe? b) Rast e em nizanin kengê wê tengasiya mezin destpêbe, lê çida em dikarin dudilî nebin?
4 Çaxê em têne ser civata mezin, em zanin ku kîjan bername wê kengê destpêbe. Lê em nizanin, wê kîjan salê, yan rojê û sihetê destpêbe tengasiya mezin. Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî got: “Lê bona wê rojê û wê sihetê tu kes nizane, ne milyaketêd ezmana, ne jî Kur, lê tenê Bav” (Met. 24:36). Lê çaxê Îsa çû li ezman, Xwedê wî kifş kir, seva Harmegedonêda miqabilî dinya Şeytan şer bike (Eyan. 19:11-16). Lema em dikarin bêjin, wekî niha Îsa zane wê kengê Harmegedon destpêbe. Lê em nizanin û lema gelek ferz e ku em hişyar bimînin. Yehowa îda ew roj kifş kiriye, ku kengê wê tengasiya mezin destpêbe. Û roj bi roj em nêzîkî wî wedeyî dibin. Ew roj wê “derengî” nekeve. (Bixûne Hebaqûq 2:1-3.) Lê çira em dikarin dudilî nebin vê yekêda?
5. Meselê bînin kîjan ku dide kifşê, wekî pêxembertiyên Yehowa timê wededa têne sêrî.
5 Pêxembertiyên Yehowa timê wededa têne sêrî! Were bînin bîra xwe wî wedeyî, çaxê cimeta Îsraêl ji Misirê aza bû. Ew yek qewimî sala 1513 B.D.M., 14 Nîsanê. Paşê Mûsa derheqa vê rojê got: “Hema wê roja xilaziya çarsid sî salîyê hemû refêd Xudan ji Misirê derketin” (Derk. 12:40-42, PKM). Ew 430 sal destpêbûn, çaxê peymana Yehowa tevî Birahîm kete qewatê, sala 1943 B.D.M. (Galt. 3:17, 18). Hine wede şûnda, Yehowa gote Birahîm: “Tu rind zanibe, ku zureta teyê welatekîda bikeve xerîbiyê û wê xulamtiyê wanra bikin, çarsid salî ewê wan bidine cefê” (Destp. 15:13, PKM; Kar. Şand. 7:6). Ew 400 salên çerçirandinê, destpêbûn sala 1913 B.D.M., çaxê Îsmayîl qerfê xwe Îshaq dikir. Û ew 400 sal xilaz bûn sala 1513 B.D.M., çaxê Yehowa Îsraêlî ji Misirê aza kir (Destp. 21:8-10; Galt. 4:22-29). Belê, Yehowa seda sala pêşda roj bijart, seva ku cimeta xwe xilaz ke!
6. Çira em dikarin bawer bin, ku Yehowa wê cimeta xwe xilaz ke?
Yêşû 23:2, 14). Em jî dikarin sed selefî bawer bin, ku sozê Yehowa wekî ew wê me xilaz ke wedê tengasiya mezin, wê ese bê sêrî. Lê hergê em dixwazin xilaz bin wedê kutakirina vê dinyayê, em gerekê hişyar bimînin.
6 Yêşû yek ji wan Îsraêliya bû, yên ku ji Misirê aza bûn. Paşê çend sal şûnda ewî anî bîra hemû Îsraêliya: “Hûn bi hemû hebûn û dilê xweva dizanin ku, yek jî ji gotinên Xudan daye we, vala derneket gişk jî hatin cîh, yê vala derket çênebû” (SEVA KU XILAZ BIN GELEK FERZ E HIŞYAR BIMÎNIN
7, 8. a) Wedê berê şixulê qerewil çi bû, û em çi dersê hîn dibin ji vê yekê? b) Meselê bînin, ku çi dikare biqewime çaxê qerewil ser xebata xwe xewra diçe.
7 Were mesela bivînin, kîjan ku mera eyan dike wekî çiqas ferz e hişyar bimînin. Berê, dora şeherên mezin dîwarên bilind hebûn, mesele çawa dora şeherê Orşelîmê. Ew dîwar şeher xwey dikir, wekî dijmin nekevinê. Qerewil ser wan dîwara disekinîn, çimkî ji wêderê dihate kifşê dorberê şeher. Ewana şev û roj disekinîn ser wan dîwara û ber dergeha. Usa, wana dikaribû ji dûrva dijmin bidîtana, û derheqa xofiyê bineliyên şeherra pêşda elam kirana (Îşa. 62:6). Qerewila zanibûn ku çiqas ferz e hişyar bimînin, çimkî emirê meriva vê yekêva girêdayî bû (Hezql. 33:6).
8 Terîxzan Ûsivê Flavîûs şirovekir ku ça sala 70 D.M., ordiya Romaya dikaribûn biketana Orşelîmê. Qerewilên ku dergehên şeher xwey dikirin, xewra çûn. Axiriyêda, ordiya Romaya karibûn bikevine Orşelîmê. Wana paristgeh wêran kir û şewitandin, û paşê temamiya Orşelîmê wêran kirin. Ew yek xilaziya tengasiya mezin bû, tengasiya usa ku cimeta Cihû tu car nedîtibû.
9. Îro gelek meriv derheqa çi nizanin?
9 Îro gelek welat sînorên xwe xwey dikin bi “qerewila”, dêmek eskera. Usa jî ewana sîstêmên xweykirinê didine xebatê, kîjan ku pê têxnolojiyên teze hatine çêkirinê. Esker cabdar in ku miqat bin, wekî tu kes bêqanûnî nekeve welatên wan. Ew esker usa jî welat ji dijmina xwey dikin, seva bineliyên welatên wan ziyanê nestînin. Lê ew “qerewil” welatên xwe dikarin tenê ji wan xofiya xwey kin, kîjan ku ji meriva tên. Ewana nizanin derheqa Padşatiya Xwedê, serwêrê kîjan ku Îsa ye. Ew Padşatî zûtirekê wê dîwana hemû serwêrtiyên meriva bike (Îşa. 9:6, 7; 56:10; Dan. 2:44). Lê em aliyê xweda gerekê serxwe bin û ruhanîda hişyar bimînin. Usa emê hazir bin bona vê rojê (Zeb. 130:6).
SIST NEBIN!
10, 11. a) Çida gerekê em fesal bin, û çira? b) Çira tu bawerî ku Şeytan meriva dixalifîne, wekî ewana guh nedine pêxembertiya Kitêba Pîroz?
10 Bidine ber çevê xwe qerewil, yê ku hişyar bû temamiya şevê. Ew wedê xilaziya qerewiltiya xwe diweste, sist dibe û wîra gelek çetin e hişyar bimîne. Mîna wê yekê, çiqas jî em nêzîkî xilaziya wê dinyayê dibin, haqas mera hê çetin dibe hişyar bimînin. Û wê çiqas neaqilayî be, hergê em fesal nîbin! Were em sê tişta şêwir kin, ji kîjana em gerekê xwe xwey kin wekî timê hişyar bimînin.
Yûhn. 12:31; 14:30; 16:11). Îsa zanibû ku Mîrê-cina wê meriva bixalifîne, seva ku ewana guh nedine pêxembertiya Xwedê derheqa axiriyê (Sêfn. 1:14). Mîrê-cina bi saya rêlîgiyên qelp meriva dixapîne. Hûn dîna xwe didinê ku nihêrandina meriva ça ye? Gelek eyan e ku Şeytan “şevereşa kora aniye ser femê nebawera”. Û lema meriv ne jî bawer dikin, ku xilaziya vê dinyayê nêzîk e, û ku niha Îsa Mesîh Padşatiya Xwedêda serwêrtiyê dike (2 Korn. 4:3-6). Çaxê em dibêjin derheqa xilaziya vê dinyayê, heçî zef meriv guh nadine me. Gelek caba xwe usa didin: “Minra hewas nîne”.
11 Mîrê-cin ruhanîda meriva radizîne. Çend roj pêşiya mirina xwe, Îsa sê cara şagirtên xwe pêşda şîret kir derheqa “serwêrê vê dinyayê” (12. Çira em gerekê nehêlin ku Mîrê-cina me bixalifîne?
12 Em gerekê nehêlin, ku nihêrandina meriva ser me hukum be. Çimkî em zanin rastiya vê yekê, ku çiqas ferz e em hişyar bimînin. Pawlos Mesîhiyara nivîsî: “Hûn xwexa pak zanin ku Roja Xudan wê mîna dizê şevê bê”. (Bixûne 1 Têsalonîkî 5:1-6.) Îsa mera pêşda got: “Hûn jî hazir bin, çimkî ew siheta ku dilê wera derbaz nabe, Kurê Însanê bê” (Lûqa 12:39, 40). Zûtirekê, Şeytan wê gelek meriva bixalifîne, bi vê yekê ku ewana bifikirin, wekî tê bêjî “dinê seqirî û bêxofî ye”. Ew wê wana bixalifîne ku yançi dinêda hemû tişt baş e. Lê em çi dikarin bêjin derheqa xwe? Tenê hergê em “hişyar û serxwe bin”, wî çaxî roja axiretê “mîna dizekî” wê ser meda nagire. Lema em gerekê her roj Xebera Xwedê bixûnin û bifikirin ku Yehowa çi mera dibêje.
13. Ça ruhê vê dinyayê hukum dike ser meriva, û em ça dikarin xwe ji vê yekê xwey kin?
13 Ruhê vê dinyayê meriva ruhanîda radizîne. Îro gelek meriv nava haqas şixulada nin, ku ne jî difikirin derheqa hewcên xweye ruhanî (Met. 5:3). Ewana pey tiştên vê dinyayê dikevin, û ew yek “dilhavijî” û “çevhavijî” nav wanda pêşda tîne (1 Yûhn. 2:16). Îro usa jî cûre-cûre wedederbazkirin hene, kîjan ku meriva hêlan dikin “rihetîhiz” bin, û her xwestinên xwe bînin sêrî (2 Tîmt. 3:4). Lema jî Pawlos gote Mesîhiya, ku ewana gerekê “guh nedine wan xwestinêd binyata xweye merivayî”. Çimkî hergê meriv dîna xwe dide tenê ser xwestinên xwe, ew dikare ruhanîda razê (Rom. 13:11-14).
14. Em çi şîretê divînin Lûqa 21:34, 35-da?
14 Em dixwazin ku ruhê Xwedê rêberiyê me bike, ne ku ruhê vê dinyayê. Yehowa bi saya ruhê xweyî pîroz alî me kiriye, ku em fem bikin qewimandinên ku dinyayêda diqewimin [1] (1 Korn. 2:12). Lê em gerekê fesal bin. Hela hê tiştên biçûk jî dikarin bibine menî, ku em ruhanîda razên. (Bixûne Lûqa 21:34, 35.) Merivên din dikarin qerfê xwe me bikin, ku em hişyar dimînin û bawer dikin wekî axirî nêzîk e. Lê ew yek gerekê rê me negire, ku em berdewam kin hişyar bimînin (2 Pet. 3:3-7). Hergê em dixwazin ku ruhê Xwedêyî pîroz ser me hukum be, em gerekê timê bêne ser civatê û tevî xûşk-bira hevaltiyê bikin.
15. Çi qewimî tevî Petrûs, Aqûb, û Yûhenna, û ça ew yek dikare tevî me jî biqewime?
15 Sistbûn û kêmasiyên me dikarin mera çetin kin, ku em hişyar bimînin. Îsa fem dikir ku meriv gunekar in, û kêmasiyên wan hene, lema ewana dikarin sist bin. Were bînin bîra xwe, ku çi qewimî rojek pêşiya mirina Îsa. Rast e Îsa bêqisûr bû, lê yeke ewî zanibû ku seva ew Xwedêra amin bimîne, ew gerekê alîkariyê ji Bavê xwe bixwaze. Îsa çaxê çû ku dua bike, ewî ji Petrûs, Aqûb, û Yûhenna hîvî kir, ku ewana “hişyar bimînin”. Lê wana rind fem nedikir, ku çira seva wan usa ferz bû hişyar bimînin. Şagirt wî çaxî westiyayî bûn. Û ewana dewsa ku dua bikin bona Îsa, xewra çûn. Rast e Îsa jî westiyayî bû, lê yeke ew temamiya şevê hişyar bû û Bavê xwera dua dikir. Û şagirtên Îsa jî gerekê usa bikirana (Marq. 14:32-41).
16. Li gora Lûqa 21:36, Îsa ça em hîn kirin ku “hişyar bimînin”?
16 Seva ku “hişyar bimînin” xwestin tenê bes nîne. Îsa çend roj pêşiya mirina xwe, dîsa jî Petrûs, Aqûb, û Yûhennara got, ku ewana Yehowara dua bikin. (Bixûne Lûqa 21:36.) Dêmek, seva ku em wedê wan rojên axiriyêda ruhanîda hişyar bimînin, em jî gerekê timê Yehowara dua bikin (1 Pet. 4:7).
BERDEWAM KIN HIŞYAR BIMÎNIN
17. Ça em dikarin têderxin ku em hazir in bona wê yekê, çi ku wê biqewime axiriyêda?
17 Îsa got ku xilazî wê “siheteke usada bê, ku [em] ne çevnihêrî ne”. Lema em gerekê timê fesal bin, seva ku ruhanîda xewra neçin. Niha wede nîne ku em pey tiştên vê dinyayê kevin, û pey xwestinên xweye bedenê herin (Met. 24:44). Bi saya Kitêba Pîroz, Xwedê û Îsa mera dibêjin, ku em ça dikarin hişyar bimînin. Em gerekê timê dîna xwe bidine ruhaniya xwe. Usa jî gerekê timê heleqetiya xwe tevî Yehowa qewî xwey kin, û Padşatiya wî daynin ciyê pêşin. Em gerekê timê bîra xweda xwey kin ku em çi wedeyîda dijîn, çimkî usa emê hazir bin bona hatina axiriyê (Eyan. 22:20) Ew yek gelek ferz e, çimkî emirê me vê yekêva girêdayî ye!
^ [1] (abzasa 14) Binihêre kitêba “Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!”, serê 21.