Dilşewat be
Problêm
Çaxê em dîna xwe didine vê yekê, ku merivên din çiqas ji me cude dibin, hingê ev cudebûn meva ça kêmasî têne kifşê. Ji bo vê yekê dibeke em difikirin ku ji wan baştir in. Belê, çaxê em nihêrandina vî cûreyî nav xweda pêşda tînin, mera çetin dibe dilşewatiyê bidine kifşê. Ev yek nîşan dike, ku problêma meye mezin heye; ev firqîkirina meriva ye.
Prînsîpa Kitêba Pîroz
“Tevî yêd şa dibin şa bin û tevî yêd digirîn bigirîn” (ROMAYÎ 12:15).
Ev gilî çi têne hesabê? Evê prînsîpê em dikarin pê du giliya bêjin; dilşewat bin. Dilşewatî tê hesabê, gava xwe datînî dewsa kesekî din û vê yekê texmîn dikî, çi ku ew texmîn dike.
Dilşewatî Çawa Alî Me Dike
Çaxê em hindava kesekîda dilşewat in, em divînin ku bi rastî em çiqas mîna hev in. Em fem dikin, wekî hest û rêaksiya me wek hev in. Dilşewatî alî me dike, wekî bivînin ku hemû meriv, firqî tune ji çi miletî û berekî ne, gişk tevayî malbetek in. Çaxê em dîna xwe didine vê yekê, ku em mîna hev in, wî çaxî nihêrandina me hindava wanda rast dibe.
Dilşewatî wê usa jî alî me bike, wekî qedirê meriya bigirin. Anna-Mariya ji Sênêgalê, wextekê xwe ser merivên ji wan berekara bilind digirt, kîjan ku nimiz hesab dikirin. Ew şirovedike, ku çawa dilşewatiyê alî wê kir: “Çaxê min dît, ku merivên ji wan bereka rastî çi çetinaya tên, ez fikirîm ku hergê dewsa wan bûma, minê çi ser xwe texmîn kira. Evê yekê alî min kir ku fem bikim, wekî ez ji wan çêtir nînim. Û min tiştekî usa nekiriye, wekî ji wan baştir bim”. Belê, hergê em ser xwe dixebitin, ku hal û çetinayên merivên din fem bikin, mera hêsa dibe, wekî dewsa ku wana sûcdar kin, hindava wanda dilşewatiyê bidine kifşê.
Çi Dikarî Bikî
Qewatê bidine xebatê, wekî bivînin çida hûn mîna hev in, dewsa ku bifikirin çida hûn ji hev cude dibin. Mesele, bidine ber çevê xwe, ku ewana çi texmîn dikin, çaxê
Dilşewatî alî me dike bivînin, wekî hemû meriv pareke malbetekê ne
tevî malbeta xwe top dibin bona nan-xwarinê
xebateke giran xilaz dikin
tevî hevalên xwe wede derbaz dikin
guh didin kilamên xweye hizkirî
Paşê, xwe dayne dewsa wan. Pirsa bide xwe:
“Rêaksiya min wê çawa be, hergê kesek minra bide kifşê, ku ez bêkêr im?”
“Ezê çi texmîn kim, hergê kesek pêşiya ku min nas ke, îda destpêke min sûcdar ke?”
“Hergê ez dewsa wan meriya bûma, minê bixwesta ku meriv hindava minda çawa bûna?”