Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Îzbatkirina Pêbihese

Îzbatkirina Pêbihese

Problêm

Gelek car înformasiya derew dibe sebeba wê yekê, ku firqiyê dikin orta meriva. Dîna xwe bidin hine mesela:

  • Hine mezinên xebatê difikirin, wekî jin nikarin şixulê zandariyê û têknîkî bikin.

  • Gelek car bineliyên welêt xerîba neheq dikin, ku ewana bineliyara xebatê nahêlin.

  • Gelek meriv difikirin ku hemû merivên nivîşkan zulm û dilteng in.

Merivên ku wan tişta bawer dikin, hela hê dikarin meselên usa jî bînin, ku nihêrandina xwe îzbat kin. Û wana tirê, wekî her kesê ku tevî wan qayîl nîne, nerast e.

Prînsîpa Kitêba Pîroz

“Merivê bê zanebûn xêr tune” (METELOK 19:2).

Ev gilî çi têne hesabê? Emê bêyî îzbatkirina nikaribin safîkirina rast bikin. Çaxê em baweriya xwe çîroka tînin ne ku îzbatiya, em destpêdikin nerast ser meriya bifikirin û wana neheq kin.

Ça Îzbatî Alî Me Dikin

Hergê em derheqa meriva rastiyê bizanibin, emê guh nedin wan tiştên derew, ku derheqa wan bela dikin. Çaxê em pêdihesin ku buxdan avîtine komeke meriva, emê îda nekevin ber bayê gilî-gotinên buxdanbêja û her tiştî bawer nekin.

Çi Dikarî Bikî

  • Hilde hesab, wekî çaxê tiştekî xirab derheqa komeke meriya dibêjin, ev nayê hesabê ku merivên vê komê gişk usa nin.

  • Bîr neke, wekî tu derheqa wan meriya hemû înformasiya nizanî.

  • Qewatê bide xebatê, ku ji kaniya bi îtbar îzbatiya bivînî.