Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ÇAWA ÇETINAYÎ BI TEMAMÎ WÊ BÊNE HILDANÊ

Bin Serwêrtiya Padşatiya Xwedê wê “Edilayî Gelek be”

Bin Serwêrtiya Padşatiya Xwedê wê “Edilayî Gelek be”

Zûtirekê Padşatiya Xwedê, kîjan ku em usa hîviyê ne, wê edilayê û yektiyê bîne ser temamiya dinyayê. Çawa ku Zebûra 72:7-da tê sozdayînê, “edilayî gelek be”. Lê gelo çi çax Padşatiya Xwedê wê ser temamiya dinyayê serwêrtiyê bike? Ewê çi cûreyî be? Û çi karê tu dikarî bistînî ji serwêrtiya vê Padşatiyê?

ÇI ÇAX PADŞATIYA XWEDÊ WÊ BÊ?

Kitêba Pîroz pêxembertî kiriye derheqa hine qewimandina, kîjan ku wê nîşana wê yekê bin, wekî Padşatiya Xwedê îda nêzîk e. Ev hemû qewimandin tevayî ew “nîşan e”, nava kîjanêda nin şerên hemdinyayê, xelayî-celayî, nexwaşî, gelek erdhej û zêdebûna bêqanûniyê (Metta 24:3, 7, 12; Lûqa 21:11; Eyantî 6:2-8).

Pêxembertiya din jî usa dibêje: “Lê vê yekê zanibe ku rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên. Merivê bibine xwehiz, perehiz, . . . ne gura dê-bavada, bêşêkir, heram, dilsar, bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarêd qenciyê, . . . xwerazî, rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 Tîmotêyo 3:1-4). Xeysetên usa nav hine meriyada timê hebûn. Lê îro heçî zef ji meriya bi van xeyseta ne.

Ev hemû pêxembertî di sala 1914-da destpêbûn bêne sêrî. Bi rastî terîxzan, merivên polîtîkê û şaîr jî dibêjin, ku halê dinyayê hema paşî wê salê gelek hate guhastinê. Mesele, terîxzanê welatê Danîmarkayê bi navê Pîtêr Mûnk, nivîsî: “Şerê sala 1914 gelek hukum kir ser terîxiya temamiya însanetê. Çimkî pêşiya wê salê meriv difikirîn, ku halê dinyayê diha baş dibe, . . . lê paşê hemû ciya destpêbû wedê xezeba, şer-dewa û nefretkirinê”.

Lê mizgînîke baş heye, yanê paşî wan tiştên xirab, wê wedekî baş bê. Ev halê dinyayê xirab, nîşan dike, ku serwêrtiya Padşatiya Xwedê ser temamiya dinyayêra îda gelek nêzîk e. Îsa derheqa vê mizgîniya baş, kire nava gotina xweye derheqa nîşana axiriyê: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê, ku hemû miletara bibe şedetî û hingê xilazî wê bê” (Metta 24:14).

Ev mizgîniya xêrê elametiya sereke ye, derheqa kîjanî ku Şedên Yehowa elam dikin. Him jî edebyeta wane sereke bi navê: “Birca Qerewiliyê Derheqa Padşatiya Yehowa Elam Dike”. Ev hergav şêwir dike tiştên baş, çi ku ev Padşatî wê bike bona însanetê û erdê.

ÇI CÛREYÎ PADŞATÎ WÊ DESTPÊKE SERWÊRTIYÊ BIKE?

Dîna xwe bide çar tiştên ferz, ku caba vê pirsêva girêdayî ne:

  1. Padşatiya Xwedê tevî serwêrên dinyayê wê girêdayî nîbe.

  2. Serwêrên dinyayê wê nexwazin bidine der û wê miqabilî Padşatiya Xwedê derên, çi ku ne logîkî ye ji aliyê wanda (Zebûr 2:2-9).

  3. Padşatiya Xwedê wê kuta ke serwêrtiyên dinyayê, yên ku dixwazin meriva kontrol kin (Daniyêl 2:44; Eyantî 19:17-21). Ev şerê paşine dinyayê tê navkirinê Harmegedon (Eyantî 16:14, 16).

  4. Hemûyên ku hazir in gura Padşatiya Xwedêda bin, wê ji şerê Harmegedonê xilaz bin û bikevine dinya teze, ya ku wê bi edilayê tije be. Çawa ku Kitêba Pîroz dibêje, ewana wê bibine “elaleteke usa mezin”, hejmara kîjana ku wê bi mîlyona be (Eyantî 7:9, 10, 13, 14).

ÇI KARÊ TU DIKARÎ BISTÎNÎ JI SERWÊRTIYA PADŞATIYA XWEDÊ?

Gava pêşin ku bibine bineliyê padşatiya Xwedê, ev heye zanebûn. Duayê xweda Îsa got: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3).

Gava meriv destpêdikin Yehowa Xwedê ça Kesê rêalî nas kin, ewana hemû aliyava karê distînin. Werên em du dereca şêwir kin: Ya pêşin ewana baweriya xwe hindava wî qewî dikin. Ev bawerî li ser hîmê îzbatkirinê ye, çi ku wana dide bawerkirinê, ku Padşatiya Xwedê rêalî ye û wekî ew nêzîk e (Îbranî 11:1). Ya duda, hizkirina wan hindava Xwedê û meriya diha qewî dibe. Hizkirin hindava Xwedê wana hêlan dike bi dil û hazirbûnê gura wî bikin. Lê hizkirin hindava merivada wana hêlan dike bidine xebatê giliyê Îsa, kîjan ku têne navkirinê Qeydê Zêrîn. Ev heye: “Çawa hûn dixwazin meriv bona we bikin, hûn jî usa wanra bikin” (Lûqa 6:31).

Efirandarê me wek bavê bi hizkirinê tije, qenciya me dixwaze. Ew dixwazê wekî em bi wî emirî bijîn, kîjan ku Kitêba Pîroz nav dike “jiyîna ku rastî jiyîn e” (1 Tîmotêyo 6:19). Ser jîyîna îro, em nikarin bêjin wekî ew bi rastî jîyîn e. Bona mîlyona meriya jîyîn gelek zemet û çetin e. Seva ku hê rind fem bikin çi ye, “jiyîna ku rastî jiyîn e”, emê hine tiştên baş şêwir kin, çi ku Padşatiya Xwedê wê bona bineliyên xwe bike.

Bin serwêrtiya vê Padşatiyêda, meriv wê bêtirs û rihet bijîn, him jî xwarina wan têr-tije be