Bîlanî bona Bextewariya Malbetê
Zewac û zar pêşkêşên qîmet ji Efirandarê me ne. Ew dixwaze wekî malbeta me bextewar be. Lema jî bi saya Kitêba Pîroz, ewî rêberî daye me, ya ku dikare jîyîna malbeta me diha baş û bextewar ke. Dîna xwe bidin çend şîretên bîlan ku jêrê nivîsar in.
Mêrno, Jinên Xwe Hiz Bikin
“Gerekê mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe. Yê ku jina xwe hiz dike, ew xwe hiz dike. Çimkî bedena tu kesî ber çevê wî ne reş e, lê wê têr dike û xwey dike” (EFESÎ 5:28, 29).
Mêr serê malbetê ye (Efesî 5:23). Lê mêrê baş, sert nîne û ji neferên xwe gelek tişta dewa nake. Ew jina xwe qîmet dike û bona hewcên wêye fîzîkî û êmosiyalî xem dike. Ew usa jî aliyê xweda her tiştî dike wekî lê bextewar ke, ne ku timê ya xwe dike (Fîlîpî 2:4). Ew hêsa dilê xwe jêra vedike û gava ew xeber dide, guh dide wê. Ew dilê wê naêşîne, hindava wêda bêrem nîne û ziyanê nade wê, ne ji aliyê fîzîkî ne jî êmosiyalî (Kolosî 3:19).
Kulfetno, Qedirê Mêrê Xwe Bigirin
“Jin jî qedirê mêrê xwe bigire” (EFESÎ 5:33, DT).
Gava jin qedirê mêrê xwe digire û piştgiriya safîkirinên wî dike, ew edilaya malbeta xwe xwey dike. Heger mêr şaşî jî dike, ew wî nimiz nake, lê dîsa jî hindava wîda bi nermî û bi qedir e (1 Petrûs 3:4). Çaxê ew dixwaze derheqa problêmekê tevî wî xeber de, ew wextekî baş bona vê yekê dijbêre û bi qedir tevî wî xeber dide (Waîz 3:7).
Hevalzewacê Xwera Amin Bin
“Mêr . . . xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (DESTPÊBÛN 2:24).
Gava jin û mêr hevra dizewicin, heleqetiya wan orta hevda diha nêzîk dibe. Lema jî jin-mêr gerekê ji aliyê xweda her tiştî bikin, wekî zewaca wan qewî bimîne. Bona vê yekê ewana gerekê bi helalî tevî hev xeber din û qencî hevdura bikin. Ewana gerekê hevra amin bin û tevî tu kesî nekevine heleqetiya sêksûalî. Neaminî ew tiştekî bêremtî ye. Ew malbetêda îtbarî hildişîne û nefera ji hev diqetîne (Îbranî 13:4).
Dê-Bavno, Zarên Xwe Şîret kin
“[Zar] zarotîyêda rîya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve” (METELOK 22:6).
Xwedê cabdarî daye dê-bava wekî zarên xwe hîn kin û şîret kin. Ew tê hesabê ku ewana gerekê rabûn-rûniştina baş zarên xwe hîn kin û xwexa jî vê yekêda bibine mesela baş (Qanûna Ducarî 6:6, 7). Gava zar carna nesyê dike û neguhdar e, dê û bavê bîlan gelek sert hêrsa xwe ser wîda narêjînin. Dewsê ew “bihîstinêda serxwe” ne, “xeberdan û hêrsketinêda” jî lez nakevin (Aqûb 1:19). Heger dê yan bav safî dike zarê ceza ke, ew bi hizkirin vê yekê dike, ne ku bi hêrsê.
Zarno, Gura Dê-Bava Bikin
“Zarno . . . gura dê û bavê xweda bin . . . ‘Qedirê dê û bavê xwe bigire’” (EFESÎ 6:1, 2).
Zar gerekê gura dê-bavê xweda bin û qedirê wan bigirin. Gava zar qedirê dê-bavê xwe digirin, ewana neferên xwe şa dikin û malbetêda edilayê xwey dikin. Zarên mezin bi vê yekê qedirê dê-bavê xwe digirin ku her tiştî bona halxweşiya wan dikin. Mesele, gava lazim e malda tişta çêkin, yan jî aliyê perada komekê bidine wan (1 Tîmotêyo 5:3, 4).