Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DINYA HALEKÎ GIRANDA NE

4 | Hêviya Xwe Xwey kin

4 | Hêviya Xwe Xwey kin

ÇIMA EV YEK FERZ E

Qewimandinên ku dinyayêda diqewimin, xemgîniya meriya zêde dikin û ev yek aliyê fîzîkî û êmosiyalîda ser wan hukum dibe. Ji bo vê yekê gelek meriv hela hê hêviya xwe jî unda dikin. Lê ev hemû tişt ser te çawa hukum dibe?

  • Hine meriv hela hê jî naxwazin derheqa axiriyê bifikirin.

  • Hine meriv jî îçkê û narkotîkayê didine xebatê, seva ku xemgîn nebin.

  • Hinek jî difikirin, wekî mirin ji halê wan çêtir e û dixwazin xwe bikujin.

Tu Çi Gerekê Bizanibî

  • Hine problêmên te dibe ku wedelû bin yan jî dibeke nişkêva dereca te aliyê başda bê guhastinê.

  • Hergê jî dereca te nayê guhastinê, tu dikarî hine tişt bikî, çi ku wê alî te bikin, wekî teyax kî.

  • Kitêba Pîroz hêviyê dide, ku wê problêmên însanetê kuta bin.

Tu Çi Dikarî Nihada Bikî

Kitêba Pîroz dibêje: “Bona roja sibê xema nekin, çimkî roja sibê wê bona xwe xema bike. Xemên rojê besî wê ne” (Metta 6:34).

Bona roja sibê xem nekin. Nehêle wekî xemên teye bona roja sibê, te usa dilteng kin, ku nikaribî şixulên îro bikî.

Xemgîniya derheqa wê yekê, ku dibeke tiştên xirab biqewimin, wê tenê strêsê tera zêde kin û hêviya te ser axiriyê sist kin.

Kitêba Pîroz Hêviya Rast Dide

Zebûrbêjekî duayê xweda Xwedêra usa got: “Xebera Te çira gavên min e û ronaya şiverîyên min e” (Zebûr 119:105). Werên em binihêrin, ku çi cûreyî Xebera Xwedê dikare mîna çirayê be.

Çaxê terî ye, çira alî me dike, wekî bizanibin gavên xwe ça bavêjin. Anegorî wê yekê, Xebera Xwedêda bîlaniya kêrhatî heye, kîjan ku dikare rêberiyê me bike, gava em gerekê safîkirineke nehêsa bikin.

Çira dikare riya me usa zelal ke, ku em bikaribin pêşiya xwe bivînin. Kitêba Pîroz jî mera zelal dike, ku axiriya çiqas baş hîviya me ye.