Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dêlava Mîlfordê

WELAT Û MILET

Zelandaya Nû

Zelandaya Nû

Weke 800 sal pêşda, qebîlên Maorî ji giravên Polînezyayê bi okêanê hezara kîlomêtra derbaz bûne û li Zelandaya Nûda cîwar bûn. Ev cî ne mîna giravên wane Polînezyayê bû, çimkî li vir gelek çiya hebûn, bûzên mezin, kanî ji kîjanî ku ava germ derdiket û hela hê berf jî vira diket. Dîsa miletek ji Ewropaya dûr, weke pênc qirna pêşda hatibû vî cî. Îro heçî zef ji bineliyên Zêlandaya Nû, qebûl dikin him erf-edetên qebîlên Anglo-Saksona him yê Polînezyayê. Weke 90 selef bineliyên wî cî, merivên ku ji şeher derbaz bûne. Şehera Wêlîngton cude dibe bi wê yekê, ku ev li dinyayêda paytextekî mezin e.

Hewzên heriye ku dikelin; Girava Bakurê

Vira gelek cûre-cûre ciyên bedew hene, û ev ciyekî başqekiriye. Lê dîsa jî her sal Zelandaya Nû dîna meriya dikişîne berbi xwe û weke sê mîlyon tûrîst têne li vir.

Gîhadara zîv yê ku dikare bilindayêda 10 mêtra zêdetir mezin be

Heta sala 1948 difikirîn, wekî cûrê çivîka takahê, îda tune

Zelandaya Nû navdar e bi cûre-cûre şînkaya û heywana. Li vir usa jî hene cûrên çivîkên usa yên ku li dinyayêda wek wan tune, çimkî ev çivîk nikarin bifirin. Zelandaya Nû usa jî cîkî baş e bona meregîska bi navê tûatara. Ev dikare 100 sal zêdetir bijîn! Li vir usa jî hene hine cûrên şevşevoka (mişkên ku difirin) û hine heywanên berê, yên usa ça hût û delfîn.

Şedên Yehowa îda 120 sal e, ça li Zelandaya Nûda bi xîret xizmet dikin. Ewana weke li ser 19 zimana Kitêba Pîroz meriya hîn dikin, nava kîjanîda ku dikevin zimanên Polînezyayê, Nîûyê, Rarotonga, Samoa û Tonga.

Qebîla Maorî bi kincên xweye miletiyê, kilam distirên