Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ji Xebera Xwedê Hîn Bin

Çi ye Roja Axretê?

Çi ye Roja Axretê?

Vê gotarêda tê şêwirkirinê pirsên usa, yên ku dibeke bal te jî pêşda hatine, û tê kifşkirinê wekî caba wan pirsa Kitêba Pîrozda kîderê dikarî bivînî. Hergê tu dixwazî, Şedên Yehowa dikarin tevî te caba wan pirsa şêwir kin.

1. Nêta Roja Axretê çi ye?

Çawa ji şiklê milê rastê tê kifşê, gelek meriv difikirin, wekî Roja Axretê, ruhên bi mîlyona meriva wê ber textê Xwedê bisekinin, û bona kirên xweye berê bêne dîwankirinê. Hinek ji wan wê bêne xelatkirinê, dêmek emirê ezmanî bistînin, lê yên din wê cenimêda biçerçirin. Lê Kitêba Pîroz dibêje, wekî nêta Roja Axretê ew e, ku meriya ji neheqiyê aza ke (Zebûr 96:13). Îsa aliyê Xwedêda hatiye kifşkirinê ça Hakim, wekî bona meriya heqiyê vegerîne (Bixûne Îşaya 11:1-5; Karên Şandiya 17:31).

2. Roja Axretê wê ça heqî bê vegerandinê?

Çaxê merivên pêşin Adem, bi hemdê xwe miqabilî Xwedê gune kir, ewî temamiya zuretên xwe kire dîlê gune, cefa û mirinê (Romayî 5:12). Îsa wê bi mîlyarda meriva ji mirinê rake, seva ku heqiyê vegerîne. Xebera Xwedêda, kitêba Eyantî dide kifşê, wekî ev yek wê wedê hezarsaliya serwêrtiya Îsa Mesîh, biqewime (Bixûne Eyantî 20:4, 11, 12).

Merivên ku ji mirinê rabin, wê bêne dîwankirinê ne ku li ser hîmê kirên xweye berê, lê ser hîmê kirên xweye paşê, çaxê “kitêbada nivîsar” vebin. Derheqa wan kitêba Eyantî serê 20-da tê gotinê (Romayî 6:7). Pawlosê şandî jî got, wekî “hemû heq û neheqê ji mirinê rabin”. Ewana wê mecalê bistînin wekî derheqa Xwedê hîn bin (Bixûne Karên Şandiya 24:15).

3. Çi wê biqewime Roja Axretê?

Ewên ku mirin e, lê tu car Yehowa nas nekirine û wîra xizmet nekirine, wê mecalê bistînin, ku bêne guhastinê û tiştên baş bikin. Hergê ewana xwe li Xwedê bigirin, rabûna wan wê bibe “bona jîyînê”. Lê hinek ji wan yên ku bêne saxkirinê, wê nexwazin derheqa Yehowa hîn bin. Rabûna wan meriya wê “bona dîwanê” be (Bixûne Yûhenna 5:28, 29; Îşaya 26:10; 65:20).

Yehowa, wê xilaziya Roja Dîwana xwe, ya ku wê hezar salî bikişîne, bona însaneta guhdar kamiliyê vegerîne û usa qirara xweye pêşin bîne sêrî (1 Korintî 15:24-28). Bidine ber çevê xwe, wekî hingê jîyîna merivên guhdar wê çiqas hewas be! Wedê cêribandina xilaziyê, Xwedê wê Mîrê-cina berde, kîjan ku geliyê hey-wayêda wê hezar salî girtî be. Hingê Mîrê-cina wê dîsa bixwaze meriya ji Yehowa dûr xe. Ewên ku gura wî nekin, wê heta-hetayê ser erdê bijîn (Bixûne Îşaya 25:8; Eyantî 20:7-9).

4. Kitêba Pîroz dîsa derheqa kîjan roja axiretê xeber dide?

Kitêba Pîroz xebera “Roja Axretê”, dêmek roja dîwanê usa jî dide xebatê seva ku wê qewimandinê bide kifşê, kîjan ku wê kutasiya dinya zulm bîne. Ew roj jî wê nişkêva biqewime, çawa Sêlava wedê Nuh, kîjanê ku hemû merivên neguhdar kuta kir. Bi kutakirina “merivên nepak”, riya merivên guhdar wê rast be û ser dinyayê “rastiyê bimîne” (Bixûne 2 Petrûs 3:6, 7, 13).