Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

SERÊ 1

Şîretên bona Bextewariya Malbetê

Şîretên bona Bextewariya Malbetê

1. Çima bona însanetê gelek lazim e malbet qewî bin?

 MALBET tişteke lape kevin e dinyayêda, ew serê sêrîda hebûye û ew tişteke gelek ferz e bona meriya. Her merivê gihîştî, pêşiya ku mezin bûya, zar bû û hema malbetêda hate hînkirinê û mezinkirinê. Lema jî heger nava miletêda her malbet qewî ye, wî çaxî milet jî wê qewî be.

2-5. a) Zar malbeta bextewarda xwe ça texmîn dike? b) Hine malbetada çi problêm hene?

2 Malbeta bextewar ciyê rihetiyê û bêxofiyê ye. Were em bidine ber çevê xwe malbeta baş. Wedê şîvê, dê-bav tevî zarên xwe dora texte rûniştine û bi beşera xweş ji zarên xwe dipirsin hela roja wan ça derbaz bû. Zar bi şabûnê dê-bavê xwera gilî dikin, mektebêda çi qewimiye. Ew yek him alî zara him alî dê-bava dike, ku hazir bin bona rojeke din, wekî ew hêsa derbaz kin.

3 Çaxê malbetêda bextewarî heye, zareke wê malbetêda ku nexweş keve jî, bawer e wekî dê-bavê wî, wê bona wî xem bikin. Û hergê lazim be wê temamiya şevê ber wî rûnên. Zar usa jî fem dike, ku hergê ew dê-bavê xwera gilî ke derheqa problêma xwe, ewana wê ese şîret û alîkariyê bidine wî. Dinya çiqas jî xof be, yeke zar wê xwe bêxof texmîn ke malbeta xweda.

4 Çaxê zar mezin dibe, ew safî dike ku bizewice û malbeta xwe saz ke. Japonyayêda gotineke usa tê gotinê: “Zar wê wî çaxî fem bike ku çida borcdarê dê-bavê xwe ye, çaxê xwexa bibe dê yan bav”. Çaxê zar dibe yekî gihîştî, ew razîbûn û hizkirina ku dilê wîda heye, wî hêlan dike her tişt bike, seva ku malbeta xwe bextewar ke. Ew usa jî xem dike derheqa dê-bavê xweyî emirda mezin, kîjan ku nava nebiyên xweda, xwe bextewar texmîn dikin.

5 Diqewime tu niha bifikirî: “Ez malbeta xwe hiz dikim, lê ev qe ne mîna wê malbetê ye derheqa kîjanê jorê tê gilîkirinê. Grafîka mine xebatê, gelek cude dibe ji grafîka mêrê min, lema jî em pakî hev navînin. Lê çaxê hev divînin jî, diha zef em xeberdidin derheqa pirsên pereva girêdayî”. Yan jî diqewime tu bêjî: “Zar û nebiyên min şeherekî dinda dijîn û ez nikarim wana bivînim”. Belê, gelek car malbet îdêal nînin, çimkî meniyên usa hene, ku meva girêdayî nînin. Lê hene meriv ku malbeta wan bextewar e. Gelo ça bal wan tê standin? Gelo çawa malbeta xwe bextewar kin? Lê pêşiya ku pêbihesin caba wan pirsa, lazim e caba pirseke gelek kêrhatî bidin.

MALBET ÇI YE?

6. Vê kitêbêda wê xeberdan derheqa kîjan malbeta here?

6 Aliyê Roavayê qeyde ye, ku malbetêda dê-bav tevî zara bijîn. Lê kalik û pîrik heta ku qewata wan heye başqe dijîn. Rast e heleqetiya malbetê tevî pizmamên wane din jî heye, lê borcê wan nîne bona hewcê wan jî xem bikin. Vê kitêbêda xeberdan diçe xût bona malbetên vî cûreyî. Wan salên paşwextiyêda çiqas diçe zef dibin malbetên usa, ku ne bi temamî ne, dêmek yan tenê dê yan jî bav e. Dîsa jî malbetên usa ku yan dêmarî malda heye yan jî zirbav, yan jî malbetên usa, ku dê bav ji bo hine meniya tevayî najîn.

7. Malbeta mezin dikare çi cûreyî be?

7 Bi edet û qeydên hine mileta, malbet gelek mezin in û bira pismam jî tevayî dijîn. Zarên wê malbetê çiqas dikarin miqatî kalik û pîrika xweyî emirda mezin dibin û ew yek alî nefera dike, wekî tevî hev tifaqiyêda bin. Mesele, malbetêda yek dikare alî yên din bike û xem bike seva zarên bira yan jî xûşkê, wana mezin ke yan jî xercê hînbûna wan dade. Ew prînsîpên ku wê kitêbêda wê bêne şêwirkirinê, dikarin bidin xebatê bona malbetên usa jî.

ÇETINAYÎ DI MALBETÊDA

8, 9. Kîjan problêmên ku gelek welatada hene, eyan dikin ku jîyîna malbetê tê guhastinê?

8 Roja îroyîn emir malbetêda tê guhastinê, lê yazix ne aliyê başda. Mesele, Hindistanêda jin tevî malbeta mêrê xwe dijî û malda bin rêberiya merivê mêrê xweda şixul dike. Usa jî roja îroyîn ecêbmayî nîne, wekî kulfeta Hindî xebatê ji mal der digere. Lê xêncî wê yekê, jin gerekê malbetêda jî borcê xwe biqedîne. Gelek welatada pirs pêşda tê derheqa wê yekê, ku ew kulfeta ya ku ji mal der dixebite, çiqas şixul gerekê malda bike, himberî neferên din.

9 Welatên Rohilatêda malbetên mezinda tifaqiya qewî heye. Ew tifaqî çiqas diçe sist dibe, çimkî ser van hukum dibe xwehiziya Roavayê û usa jî kêmasiya hebûkê. Lema jî xemkirina seva dê-bava bona geleka ne ku borc e yan qedir e, lê barekî giran e. Hinek hindava dê-bavada, bêxwedê û bêrem in. Û gelek yazix, wekî ew bêxwedêtî û bêremtî gelek welatada bela bûye.

10, 11. Kîjan hesabên welatên Ewropayêda didine kifşê ku jîyîna malbetê tê guhastin?

10 Roja îroyîn hevqetandina jin û mêra bûye tiştekî normal. Çend sal pêşda Îspanyayêda ji 100 zewaca tenê 1 ji hev qetiya ne, lê rojên îroyîn ji 100 zewaca 12 ji hev diqetin. Hejmara hevqetandinê Brîtanyayêda hê bilind e ne ku welatên Ewropayêye dinda (li wir ji 10 zewaca 4 ji hev diqetin), lema jî malbetên wanda yan tenê dê ye, yan tenê bav e.

11 Almanyayêda gele meriv tê bêjî qe ne jî difikirin malbetê saz kin, çawa ku qeyde ye. Salen 1990-da, Almanyayêda 35 selef malbet bi neferekê bûn û 31 selef bi du nefera bûn. Fransayêda jî hindik in yên usa, ku dixwazin malbetê saz kin, gelekên ku zewicî ne, wedekî kinda ji hev diqetin. Roja îroyîn hevqetandin diha zef diqewime ne ku berê. Çiqas diçe mezin dibe hejmara wan meriva, yên ku safî dikin bê zewaca qanûnî tevî hev bijîn, seva ku borcê zewacê hilnedin ser xwe. Ewa yeka li ser temamiya dinyayê bela bûye.

12. Çawa zar diçerçirin ji bo wê yekê ku ser temamiya dinyayê emirê malbetê tê guhastin?

12 Lê ew ça hukum dibe ser zara? Dewletên Yekbûyîda û welatên dinda gelek zar bê zewaca qanûnî têne bûyînê û ji wana hine dê negihîştî ne. Zarên ji wan dayîkên cahil, nîvê zef ji cûre-cûre mêra ne. Elametiya hemdinyayêda tê gotinê derheqa mîlyon zarên bêxweyî û bêmal, kîjan ku kûçê mane; hinek ji wan zara ji malê revîne, çimkî aliyê malbeta xweda hatine zêrandinê, lê hinek jî mal derxistine, çimkî nikaribûne wana xwey kin.

13. Kîjan problêmên belabûyî nahêlin wekî malbet bextewar be?

13 Belê, îro halê malbetê gelek xirab e. Xêncî wan yeka çi ku jorê hatiye gotinê, malbet diçerçirin usa jî seva miqabilîbûna zarên negihîştî, zulmiya hevalzewac, serxweşbûn û problêmên din. Bona gelek zara û mezina malbet nabe ciyê rihetiyê û bêxofiyê.

14. a) Bi nihêrandina hineka, meniya çetinayên malbetêda çi ye? b) Qanûnzanekî çi pêxembertî kir derheqa halê dinyayê û halê malbetê?

14 Çira halê malbetê xirab e? Hinek difikirin, wekî meniya wê yekê ew e, ku kulfeta destpêkirine ji mal der dixebitin. Yên din difikirin, wekî menî ew e, ku bênamûsî zef zêde bûye. Gelek meniyên din jî tên gotin. Du hezar sal pêşda qanûnzanekî navdar pêxembertî kir, ku wedekî usa wê bê, malbet wê rastî cûre-cûre çetinaya bê. Ewî got: “Lê vê yekê zanibe ku rojêd axiriyêda zemanêd xirab wê bên. Merivê bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, kifir, ne gura dê-bavada, bêşêkir, heram, dilsar, bêrem, buxdanbêj, temsist, zulmkar, neyarêd qenciyê, nemam, culet, xwerazî, rihetîhiz, ne ku Xwedêhiz” (2 Tîmotêyo 3:1-4). Kê dikare înkar ke û bêje ku ew pêxembertî rojên meda nayêne sêrî? Gelo em ecêbmayî dimînin, wekî ew dinya ku tije telî-tengasiyadane, malbet rastî çetinaya tê?

ŞÎRET BONA BEXTEWARIYA MALBETÊ

15-17. Ev edebyet kîjan kitêbê kifş dike, çawa kaniya bextewariya malbetê?

15 Em her dera dikarin şîretên derheqa bextewariya malbetê bibihên. Derheqa wê yekê merivên emirda mezin şîreta didin li gora edet û qeydên milet. Lê problêm ew e, wekî ew şîret ji meriva ne. Xêncî wê yekê gotinên wan cara miqabilî hev dertên û usa jî şîreta wan ku îro layîq e, sibê dikare kevin be.

16 Lê em bona emirê malbetê, ji ku dikarin rêberiya baş bivînin? Hûnê çi bêjin derheqa kitêba ku 1 900 sal pêşda hatiye nivîsarê? Dibek hûn bêjin ku ew kitêb îda zef kevin e û bêkêr e? Lê hema xût ew kitêb, şîretên bona bextewariya malbetê dide me.

17 Ev kitêb, Kitêba Pîroz e. Hemû tişt îzbat dikin, ku ew nivîsar ji bîna ber Xwedê ye. Kitêba Pîroz xwexa jî dibêje: “Temamiya nivîsarê ji bîna ber Xwedê ye û kêrhatî ye bona hînkirinê, lêhilatinê, rastkirinê û şîretkirina jiyîna rastiyêda” (2 Tîmotêyo 3:16). Ew edebyet wê we hêlan ke, ku hûn bifikirin hela Kitêba Pîroz ça dikare alî we bike, çaxê hûn malbetêda rastî strês û problêma tên.

18. Çira bi aqilayî ye hesab kin ku Kitêba Pîroz ew heye kaniya lape baş, bona bextewariya malbetê?

18 Hergê hûn dudilî ne, wekî Kitêba Pîroz dikare alî we bike ku hûn malbetêda bextewar bin, bifikirin ser wan gotina: Ew kitêb ji bîna ber kê ye, hema xût ew e Sazkarê malbetê (Destpêbûn 2:18-25). Kitêba Pîroz dibêje, ku navê wî Yehowa ye. (Derketin 3:15; binihêre spartin.) Ew e Efirandar û “Bav . . . ji kîjanî her qebîleke erd û ezmana navê xwe distîne” (Efesî 3:14, 15). Destpêbûna emirê merivada, Yehowa dîna xwe dide ser malbetê. Ew zane çi problêm dikarin malbetêda pêşda bên û şîreta dide seva problêma safî kin. Terîxiya dinyayêda yên bextewar ew bûn, kîjan ku malbeta xweda bi dil û can şîretên Kitêba Pîroz dianîn sêrî.

19-21. Kîjan mesele didine kifşê, ku bi alîkariya Kitêba Pîroz problêmên zewacêda dikarin bêne safîkirinê?

19 Mesele, Endoneziyêda kevanîke malê xumar dilîst. Ewê bi sala xem nedikir derheqa sê zarên xwe û tevî mêrê xwe timê şer-dew dikir. Paşê ewê kulfetê destpêkir hînbûna Kitêba Pîroz. Hêdî-hêdî ewê baweriya xwe her tiştî anî çi ku Kitêba Pîrozda nivîsar e. Ew bû jineke baş, çimkî ew pey şîretên Kitêba Pîroz diçû. Ewê qewat xerc dikir, seva ku prînsîpên Kitêba Pîroz bîne sêrî û lema malbeta wê bextewar bû.

20 Kevanîke ji Îspanyayê gilî dike: “Serî-binî salek bû ku min mêr kiribû, çaxê malbeta meda problêmên mezin destpêbûn”. Heleqetiya wan lap kêm bû, xeberdana wana tevî hev gelek hindik bû hergê şer-dewa hilnedin hesab. Rast e îda qîza wane biçûk hebû, lê wana safî kiribûn ku hev biqetin. Hê pêra negiyandibûn ewê gavê bikin, ewana hatine hêlankirinê, wekî dîna xwe bidin şîretên Kitêba Pîroz. Ewana pêhesiyan ku Kitêba Pîrozda derheqa mêr û jina çi şîret tê dayînê û destpêkirin wan şîreta emirê xweda bidine xebatê. Hine wede şûnda, ewana îda tevî hev bi edilayî xeberdidan. Şabûn û bextewarî kete malbeta wane biçûk.

21 Kitêba Pîroz usa jî alî merivên emirda mezin dike. Mesele, werên em şêwir kin derheqa jin û mêrê ku ji Japonyayê ne. Mêr yekî gelek hêrs, bêxwedê û zulm bû. Qîzên wan destpêkirin hînbûna Kitêba Pîroz, rast e dê-bavê wan miqabil bûn, lê yeke wana hînbûna Kitêba Pîroz berdewam dikir. Wede şûnda bav jî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkir, lê dê hela hê miqabil bû. Nava çend salada, dê texmîn kir ku prînsîpên Kitêba Pîroz, çiqas baş hukum dibin ser malbeta wê. Qîzên wê hê zêde bona wê xem dikirin û xeysetê mêrê wê aliyê başda hate guhastinê. Ewê, ew guhastin dîtin û xwexa jî destpêkir Kitêba Pîroz hîn be û texmîn kir, wekî Kitêba Pîroz ser wê jî baş hukum bû. Ewê kulfetê gelek car divekiland: “Niha em bi rastiyê jin û mêrê bextewar in”.

22, 23. Kitêba Pîroz ça alî hemû cûre meriva dike, ku malbeta wan bextewar be?

22 Ew merivên, ku derheqa wan jorê hatiye gotinê, ji wan gelek meriva nin yên ku dane xebatê wan şîreta, kîjan ku bona bextewariya malbetê ye. Wana şîretên Kitêba Pîroz ne ku tenê qebûl kirine, lê usa jî dane xebatê emirê xweda. Ewana jî mînanî gişka dijîn wê dinyayêda ku tije ye bi zulmiyê, bênamûsiyê û problêmên pereva girêdayî. Rast e hemû meriv gunekar in, lê ewana bextewar in kengê qirara Sazkarê malbetê tînin sêrî. Kitêba Pîrozda tê gotinê, Yehowa “Xwedayê te, yê ku tiştê qenc fêrî [hînî] te kiriye, di riya ku tuyê bimeşî te ajotiye ez im” (Îşaya 48:17).

23 Rast e, nivîsandina Kitêba Pîroz du hezar sal pêşda xilaz bû ye, lê şîretên wê roja îro jî kêrhatî ne. Û bona hemû meriva ne. Kitêba Pîroz kitêba Amerîkayê yan jî Roavayê nîne. Yehowa “hemû miletêd dinyayê ji xûnekî xuliqand” û Yehowa her merivî rind zane û fem dike, firqî tune meriv kîderê bûne (Karên Şandiya 17:26). Prînsîpên Kitêba Pîroz bona hemû meriva ne. Hergê hûn pey wan prînsîpa herin, hûnê jî bikaribin bistînin, şîretên baş bona bextewariya malbetê.