KITÊBA PÎROZ JÎYÎNA MERIVA DIGUHÊZE
Ez Ecêbmayî Mam Çaxê Min Cabên Zelal û bi Logîkî Stand
SALA BÛYÎNÊ: 1948
WELAT: HÛNGARÎSTAN
BERÊ: CABÊN PIRSÊN FERZ DIGERIYA
JÎYÎNA MINE BERÊ:
Ez Hûngarîstanêda şeherê Sêkêsfêhêrvarêda hatime bûyînê. Terîxiya wî welatî gelek dewlemend e û ji 1 000 salî zêdetir e. Heta niha bi keser tê bîra min wekî ew şerê hemdinyayêye duda zirareke çiqas mezin da şeherê me.
Biçûktaya minda kalikê min û pîrika min ez xwey dikirim. Ez bi hizkirin wana tînim bîra xwe, îlahî pîrika xwe Êlîzabêtê. Ewê nav minda bawerîke mezin hindava Xwedêda pêşda anî. Pîrika min her êvar dua dikir û min jî îda sê saliya xweda pey wêra ew dua diwekiland. Lê nêta wî duayî min hingê fem kir, çaxê ez îda weke 30 salî bûm.
Çaxê ez biçûk bûm, kalikê min û pîrika min bona min xem dikirin, çimkî dê-bavê min şev û roj dixebitîn wekî bikaribin maleke pak mera bikirin. Malbeta me du heftiya carekê roja Şemiyê tevayî top dibûn, wekî tevî hev nan bixwin. Ew bona min rojên lape xweş bûn.
Sala 1958-da nêta dê-bavê min hate sêrî, wana mal kirî. Şabûna nigên min erd ne digirt, wekî îdî ezê tevî dê-bavê xwe bijîm, lê evê şabûnê dirêj nekişand. Şeş meh şûnda bavê min ji nexweşiya kanserê mir.
Evê yekê kuleke giran kire dilê min. Tê bîra min ku min ça Xwedêra dua dikir û digot: “Min çiqas ber te lava dikir, wekî bavê min xilaz kî, ne ez gelek hewcê wî bûm. Te çira caba duayê min neda?” Min gelek dixwest bizanibin ku ew ku ye. Ez difikirîm, gelo ew ezmana ye, yan tu cîkî îda tune ye? Min dexesî wan zara dikir bavê kîjana hebû.
Bi sala ez çiqas roj e diçûme ser mezel. Ber mezelê bavê xwe ez diketime ser çoka û min Xwedêra dua dikir. Min digot: “Hîvî te dikim, alî min bike ez bizanibim bavê min ku ye”. Min usa jî dua dikir ku fem bikim nêta jîyînê çi ye.
Sêzdeh saliya xweda min safî kir wekî zimanê Almanî hîn bim. Ez difikirîm ku dibeke edebyetên Almaniye navdarda bikaribim cabên pirsên xwe bivînim. Sala 1967 ez çûme şeherekî Almaniyayê, navê kîjanî Jena bû, wekî hîn bim. Min mîna merivekî birçî kitêbên fîlosofên Almanî dixwendin, îlahî ew kitêb, kîjanada derheqa nêta emir nivîsar bû. Rast e min hine fikirên hewas dîtin, lê dîsa jî ez têr nebûm, min caba pirsên xwe nedît. Û lema jî min berdewam dikir Xwedêra dua bikim, wekî alî min bike ez cabên pirsên xwe bivînim.
KITÊBA PÎROZ ÇA JÎYÎNA MIN GUHAST:
Sala 1970 ez paşda vegeriyame Hûngarîstanê kîderê ez rastî Rozayê hatim, ya ku axiriyêda bû jina min. Hingê Hûngarîstanêda komûnîsta serwêrtî dikirin. Hine wede şûnda paşî zewaca me, ez û Roza reviyane Avstryayê. Lê nêta me ew bû, wekî em ji wêderê derbazî Avstralyayê bin û şeherê Sîdneyêda bimînin, kîderê xalê min dijît.
Avstryayêda min zû xwera xebat dît. Rojekê hevalxebatkarekî min minra got, wekî ez dikarim cabên pirsên xwe Kitêba Pîrozda bivînim. Ewî çend kitêb dane min, kîjanada ku Kitêba Pîroz dihate şirovekirinê. Min bînekêra ew kitêb xwendin û xwest hê zêde pêbihesim. Lema jî min neme nivîsî Şedên Yehowara, yên ku ew kitêb neşir kiribûn û min hîvî kir wekî dîsa edebyeta minra bişînin.
Çaxê sala zewaca me temam bû, hema vê rojê birakî cahil ji Avstryayê hate bal me. Ewî edebyet anî, kîjan ku min xwestibû, û minra got wekî hînbûna Kitêba Pîroz destpêkim. Ez qayîl bûm. Ez gelek hizreta hînbûnê bûm û min safî kir heftê du cara hîn bim. Hînbûna me weke çar siheta dikişand.
Çi ku ez hîn dibûm, evê yekê dilê min bi şabûnê tije dikir. Çaxê Şedên Yehowa Kitêba Pîrozda ku bal min hebû, navê Xwedê Yehowa nîşanî min kirin, min nikaribû çevê xwe bawer kira. Bîst heft sala ez diçûme dêrê, lê wêderê min tu car navê Xwedê nebihîstibû. Cabên Kitêba Pîroze zelal û bi logîkî gelek dilê min digirtin. Mesele ez pêhesiyam wekî mirî haş ji xwe tune ne. Ewana ça bêjî xewa kûrda nin (Waîz 9:5, 10; Yûhenna 11:11-15). Ez usa jî pêhesiyam wekî Xwedê dinya teze soz dide, kîderêda ku “îdî mirinê tunebe” (Eyantî 21:3, 4). Hêviya min heye wekî ezê dîsa bavê xwe bivînim, çimkî dinya tezeda mirî wê “ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15).
Roza jî bi dil qayîl bû wekî Kitêba Pîroz hîn be. Em wedekî kinda pêşda çûn. Ew edebyeta ku em pê hîn dibûn, me nava du mehada xilaz kir. Min û jina xwe, me qe civat bernedida. Hizkirin xemkirin û yektiya Şedên Yehowa gelek dilê me girt (Yûhenna 13:34, 35).
Sala 1976 min û Rozayê îzin stand wekî bikevine Avstralyayê. Wêderê me derbêra Şedên Yehowa dîtin. Şedên wêderê usa bi dil û can em qebûl kirin, wekî em gelek zû hînî wî cîyî bûn. Sala 1978-da ez û jina xwe hatin nixumandinê.
ÇI KAR MIN STAND:
Axiriyêda min cabên pirsên xwe stand kîjan ku gelek sal ez diçerçirandim. Çaxê ez nêzîkî Yehowa Xwedê bûm, min bavekî lapî baş û dilşewat dît (Aqûb 4:8). Min usa jî dilbînîke mezin stand, çimkî dinya tezeda ezê bikaribim bavê xweyî delal bivînim (Yûhenna 5:28, 29).
Sala 1989 min û Rozayê safî kir wekî vegerine Hûngarîstanê, seva merivên xweyî nêzîkra, hevalên xwera û merivên dinra derheqa baweriya xweye teze gilî kin. Bona me qedirekî mezin bû wekî me tevî bi seda meriva hînbûna Kitêba Pîroz derbaz kir. Ji wan 70 merivî zêdetir û usa jî diya min hatine nixumandinê.
Hivdeh sala min Xwedêra dua dikir, wekî cabên pirsên xwe bivînim. Sîv neh sal derbaz bûye û ez dîsa berdewam dikim dua dikim, lê niha ez dibêjim: “Gelek razî me Bavê minî şîrin, wekî te caba gedê biçûk da”.