Lêkolîn
Çira Mesîhî gerekê timê Kitêba Pîroz lêkolîn kin?
Zb. 1:1-3; Mtl. 18:15; 1 Tîm. 4:6; 2 Tîm. 2:15
Usa jî binihêrin Kr.Şn. 17:11
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Zb. 119:97-101—Zebûrbêj nivîsî wekî ew qanûna Xwedê hez dike û temiyên Wî diqedîne, û ev yek emirê wî baş dike
-
Dn. 9:1-3, spartin—Çaxê Daniyêl pêxember Nivîsarên Pîroz lêkolîn dikir, ewî fem kir, wekî 70 saliya dîltiya Cihûya wê zûtirekê xilaz be
-
Çira em gerekê berdewam kin zanebûnê bistînin?
Îbr. 6:1-3; 2 Pt. 3:18
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Mtl. 4:18—Mîna ronaya berbangê ku hêdî-hêdî dertê, merivên ruhanîda gihîştî jî bi alîkariya Yehowa diha baş rastiya Kitêba Pîroz fem dikin
-
Mt. 24:45-47—Îsa pêxembertî kir, ku wê “xulamê amin û serwaxt” kifş ke, yê ku wê rojên xilaziyê, wededa xwarina ruhanî bide me
-
Çira bîlaniya ji Kitêba Pîroz ji bîlaniya kitêbên vê dinê çêtir e?
Wz. 12:11-13; 1 Kr. 3:19; 1 Tîm. 6:20, 21; 2 Pt. 1:19-21
Yehowa çi soz dide wan meriva, yên ku Kitêba Pîroz lêkolîn dikin û dixwazin diha zêde rastiyê fem bikin?
Mtl. 2:4-6; 9:10; Yn. 6:45
Seva ku lêkolîna Kitêba Pîroz karê mera bîne, em gerekê derheqa çi dua bikin?
Lq. 11:13; 1 Kr. 2:10; Aqb. 1:5
Usa jî binihêrin Zb. 119:66
Çira em gerekê hemû xwarina ruhanî qîmet kin, ya ku “xulamê amin û serwaxt” dide me?
Usa jî binihêrin Mt. 4:4; 1 Tîm. 4:15
Çira em gerekê zanebûna rast bistînin û usa jî dîna xwe bidine tiştên hûr?
Flp. 1:9, 10; Kl. 1:9, 10
Çira ferz e bîlanî û serwaxtiyê bistînin?
Mtl. 4:7; Wz. 7:25
Çira wedê xwendinê em gerekê lez nekevin û kûr dişirmîş bin?
Yêş. 1:8; Zb. 1:2
Çira em gerekê bifikirin, ku şîretên ji Kitêba Pîroz ça emirê xweda bidine xebatê?
Rm. 15:4; 1 Kr. 10:11; 2 Tîm. 3:16, 17; Aqb. 1:22-25
Çira em gerekê bifikirin, ku ça merivara gilî kin derheqa vê yekê, çi ku em pêhesiyane?
Mtl. 15:28; 1 Pt. 3:15
Gava em timê rastiyên sereke ji Kitêba Pîroz hîn dibin, ev yek çi karê mera tîne?
2 Pt. 1:13; 3:1, 2
-
Mesela Kitêba Pîroz:
-
Qn.Dc. 6:6, 7; 11:18-20—Yehowa temî da Îsraêliya, wekî hemû mecala bidine xebatê, ku zarên xwe derheqa Qanûna Wî hîn kin
-
Çira ferz e tevî malbetê Kitêba Pîroz şêwir kin?
Ef. 6:4
-
Meselên Kitêba Pîroz:
-
Dsp. 18:17-19—Yehowa dixwest wekî Birahîm zarên xwe hîn ke, ku gura Xwedê bikin û tiştên rast bikin
-
Zb. 78:5-7—Îsraêlêda dê-bav gerekê derheqa Yehowa zarên xwe hîn kirana, wekî nisilên dinê jî berdewam kirana îtbariya xwe Yehowa bianiyana
-
Gava em ser civata Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, ev yek çi karê mera tîne?
Îbr. 10:25
Usa jî binihêrin Mtl. 18:1