Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

PARA 3

Sêlava Dinyayê

Sêlava Dinyayê

Xwedê dinya zulm qir dike, lê Nuh û malbeta wî xilaz dike

BENDE ser erdê zêde dibûn, û pey vê yekêra gune û zulmî jî zêde dibû. Hingê tenê pêxemberek hebû, ev Henox bû, yê ku pêxembertî dikir, wekî rojek wê bê çaxê Xwedê merivên zulm qir ke. Lê yeke zulmî li hev zêde dibû. Hine melek miqabilî Xwedê rabûn, ewana ji ezmana peya bûne ser erdê, xwe kirin dilqê meriya û zewicîn tev jina. Wede şûnda wanra zar dibûn. Ev zar terikî dibûn, him jî pir qewat û zulm derdiketin. Navê wan Nefîl bû. Ewana zulmî û xûnrêtin ser erdê zêde kirin. Xwedê gelek berxwe ket û dilê wî gelek êşiya, çaxê ewî van tişta dît.

Paşî Henox, merîk ser erdê dijît, yê ku çev nedida merivên zulm û mîna wan nîbû, navê wî Nuh bû. Ew û malbeta wî hemû tiştî dikirin, wekî ber çevê Xwedê rast bijîn. Xwedê safî kir merivên zulm qir ke, lê Nuh û heywana xilaz ke. Lema jî ewî emir kir, wekî Nuh gemiya pir mezin ava ke, yê ku wê dirêj û çargoşe bûye. Gemiyêda, Nuh neferên xweva û usa jî cûre-cûre heywan dikaribûn wedê Sêlava temamiya dinyayê, xilaz bûna. Nuh gura Xwedê kir. Weke 40 yan 50 sal, Nuh gemî ava dikir, ewî usa jî “rastî dannasîn dikir” (2 Petrûs 2:5). Nuh elamî meriya dikir, derheqa nêzîkaya Sêlavê, lê tu kes guh nedida wî. Ahan wede hat, wekî Nuh neferên xweva û usa jî heywan bikevine gemiyê. Çaxê Xwedê pey wanra derî dada, xuşîniya baranê destpêbû.

Weke 40 şevî û 40 rojî xuşîniya baranê bû, û erd temam kete bin avê. Merivên zulm qir bûn. Çend meh şûnda, av daket û gemî ser çiyê sekinî. Hine wede şûnda, ewên ku gemiyêda bûn, derketin. Gemiyêda ewana weke salekê man. Nuh, ji Yehowa gelek razî bû ku ewana xilaz bûn. Lema jî, ewî qurban Yehowara anî. Xwedê qebûl kir ev qurban, û soz da Nuh û neferên wî, ku îda tu car erdê û hemû bînbera pê Sêlavê wê qir neke. Çawa dilbînî seva wan, Yehowa nîşanek wanara kifş kir, ev keskesor bû.

Paşî Sêlavê, Xwedê temiyên teze da meriya. Ewî îzin da wana bixwin goştê heywana, lê îzin neda ku xûnêva bixwin. Xwedê usa jî gote zuretên Nuh, wekî ewana bela bin ser temamiya erdê, lê hineka ji wan gura Xwedê nekirin. Bin serwêrtiya Nemrûd, merî top bûn, wekî şeherê Babîlonêda destpêkin birca mezin ava kin. Ewana rind zanibûn temiyên Xwedê ku gerekê ser temamiya erdê bela bin, lê yeke ewana temiya Xwedê înkar kirin. Lema jî Xwedê zimanê wan tevî hev xist, û wana destpêkir xeber din ser cûre-cûre zimana. Ji femnekirina zimanê hev, ewana avakirina bircê dane sekinandinê, û ji hev bela bûn.

—Ser hîmê kitêbên Destpêbûn serê 6 heta 11; Cihûda 14, 15.