SERÊ 5
Ça Tevî Merivêd Xwe Edilayê Xwey kin
“Qenciyê, milûktiyê, berbihêriyê û sebirê li xwe wergirin” (Kolosî 3:12).
Bi zewacê, malbeta teze saz dibe. Rast e hûn her gav gerekê dê-bavê xwe hiz bikin û qedirê wan bigirin, lê niha mêr yan jina we, seva we kesê lapî ferz e. Û dibeke seva dê-bava çetin dibe evê yekê qebûl kin. Lê prînsîpêd Kitêba Pîroz dikarin alî we bikin ku rast li ser vê yekê binihêrin, seva ku bikaribin tevî dê-bav û xasî xezûrê xwe, edilayê xwey kin. Hemû prînsîpêd ku di vê gotarêda têne dayînê, dikarin usa jî bêne xebitandinê wî çaxî, gava çûyîn hatina we tevî kurap pizmama, kalik pîrika û neferêd malêye din jî heye.
1 HINDAVA MERIVÊD XWE, NIHÊRANDINA RAST XWEY KIN
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Qedirê dê û bavê xwe bigire” (Efesî 6:2). Firqî tune hûn çend salî ne, çi jî hebe hûn timê gerekê qedirê dê-bavê xwe bigirin. Lema jî bîr nekin wekî mêr yan jina we, seva dê-bavê xwe dîsa jî çawa kur yan qîz, gerekê wede wanara bivîne. “Hizkirin hevsûdiyê nake”, lema jî hûn gerekê berxwe nekevin ji bo vê yekê ku heleqetiya mêr yan jina we tevî wana heye (1 Korintî 13:4; Galatî 5:26).
ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:
-
Ji giliyê usa xwe dûr bigirin, mesele “Malbeta te timê min ber tiştekî hesab nake” yan “Diya tera hertim xweş nayê çi ku ez dikim”
-
Bixebitin ku li ser hemû tiştî usa binihêrin, çawa ku mêr yan jina we dinihêre
2 SEVA ZEWACA XWE CABDAR BIN
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE: “Lema mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destpêbûn 2:24, PKM). Çaxê hûn dizewicin, dê-bavê we dikarin dişirmîş bin ku ewana dîsa jî seva we cabdar in. Û dibeke ewana bixwazin hê zêde bikevine nav şixulêd we.
Lê ev yek weva girêdayî ye, hela hûn derheqa çi safî dikin tevî dê-bava xeber din. Û paşê jî bi hizkirinê evê yekê wanara bidine kifşê. Helal bin û sert nîbin (Metelok 15:1). Milûktî, berbihêrî û sebirkirin, wê alî we bike, seva ku heleqetiya baş tevî merivêd xwe xwey kin. Xêncî vê yekê, ewê alî we bike ku berdewan kin “bi sebirê hizkirinêda li ber hev daxin” (Efesî 4:2).
ÇI HÛN DIKARIN BIKIN:
-
Hergê hûn berxwe dikevin ji bo wê yekê, ku merivêd we çiqas dikevine nav şixulêd we, hingê wedekî baş bivînin ku derheqa vê yekê tevî mêr yan jina xwe xeber dî
-
Di van pirsada verên ser nêtekî