SERÊ 11
Ewana Derheqa Îsa Dinivîsîn
Tu van meriya ser şikil divînî?~ Ev Metta, Marqos, Lûqa, Yûhenna, Petrûs, Aqûb, Cihûda û Pawlos e. Ev hemû merî hêna Îsada diman. Xêncî wê yekê ewana derheqa Îsa dinivîsîn. Werê em hê zêde derheqa wan meriya pêbihesin.
Tu derheqa van mêra çi zanî?
Hersêk ji van meriya şagirt bûn, yêd ku tevî Îsa dannasîn dikirin. Lê tu zanî ev hersêk kî bûn?~ Metta, Yûhenna û Petrûs. Metta û Yûhennayê şandî, rind Îsa nas dikirin. Û wana herda jî, derheqa emirê Îsa kitêb
nivîsîn. Yûhennayê şandî usa jî kitêbek nivîsî bi navê Eyantî. Usa jî sê neme bi navê, Yûhennayê Pêşin, Yûhennayê Duda û Yûhennayê Sisiya. Lê Petrûsê şandî du neme nivîsîn. Neme bi navê, Petrûse Pêşin û Petrûse duda. Di nema xweye dudada, Petrûsê şandî nivîsî derheqa wî wedeyî, çaxê Yahowa ji ezmên xeber da û derheqa Îsa giliyê usa got: ‘Ev e kurê min. Ez wî hiz dikim û wîra şa dibim’. Ev hemû neme yêd ku şandî dinivîsîn, di Kitêba Pîrozda nin.Lê merivêd din yê ku tu ser şikil divînî, ewana jî derheqa Îsa di kitêbêd xweda nivîsî ne. Yek ji wan meriya Marqos e. Diqewime çaxê Îsa girtin, Marqos wê derê bû, û didît hemû tişt çi ku diqewimî. Lê yê mayîn Lûqa ye. Lûqa doxtor bû û dibeke paşî mirina Îsa bû Mesîhî, yan qulixkarê Îsa.
Du nivîskarêd Kitêba Pîroze din jî, kîjana ku tu li ser şikil divînî, ewana birêd Îsayî cahil bûn. Tu navêd wan zanî? ~ Navêd wan Aqûb û Cihûda ye. Pêşiyê wana Îsa bawer nedikir. Û hela hê dişirmîş dibûn ku ewî hişê xwe undakiriye. Lê hine wede şûnda, wana Îsa bawer kir û bûne Mesîhî.
Lê nivîskarê Kitêba Pîroze paşin, yê ku tu li ser şikil divînî, Pawlos e. Pêşiya ku Pawlos bibûya Mesîhî, navê wî Şawûl bû. Ewî Mesîhiya nefret dikir û hindava wan zulmkar bû. Lê tu zanî çima Pawlos xwest bibûya Mesîhî?~ Carekê, çaxê Pawlos rê ketibû, nişkêva ewî bihîst ku kesek tevî wî ji ezmên xeber dide. Ev Îsa bû! Îsa ji Pawlos pirs kir: ‘Tu çima dizêrînî wan meriya, yêd ku min bawer dikin?’ Paşî wê yekê Pawlos hate guhastinê û bû Mesîhî. Pawlos 14 kitêb nivîsîn, ji Romayî heta Îbranî. Ev kitêb ketine nav Kitêba Pîroz.
Em her roj Kitêba Pîroz dixûnin. Çaxê em Kitêba Pîroz dixûnin, em gelek tişt derheqa Îsa pêdihesin. Tu dixwazî derheqa Îsa hê zêde pêbihesî?~
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
-
2 Petrûs 1:16-18
-
Cihûda 1