Karên Şandiya 7:1-60

  • Gotara Steyfan ber Dîwana Bilind ya Cihûya (1-53)

    • Hêna kal-bava (2-16)

    • Mûsa rêberiyê dike; Îsraêlî pûta dihebînin (17-43)

    • Xwedê paristgehên bi destê meriva çêkirîda, najî (44-50)

  • Steyfan didine ber kevira (54-60)

7  Hingê kahînê mezin pirsî: “Ev yek rast e?” 2  Steyfan cab da: “Gelî bira û bavno, guh bidine min! Çaxê bavê me Birahîm Mêsopotamyayêda bû, pêşiya ku ew derbazî Haranê bûya, Xwedayê rûmetê wîra xuya bû, 3  û jêra got: ‘Welatê xwe û merivên xwe bihêle, û here welatê ku ezê nîşanî te bikim’. 4  Hingê ew ji welatê Kildaniya derket û Haranêda cîwar bû. Paşî mirina bavê wî, Xwedê rêberî wî kir, wekî ew ji wêderê derbazî wî welatî be, kîderê ku hûn niha dijîn. 5  Li vî welatî Xwedê tu milk neda wî, hela hê qasî pîyekî jî. Lê Xwedê soz dabû ku ewê vî welatî bide destê wî û zureta wî, gava zara wî hê tune bû jî. 6  Û Xwedê wîra got ku zureta wî wê welatekî xerîbda bijî, û wê wana bikine xulam û 400 salî bidine cefê. 7  Xwedê got: ‘Ezê wî miletî, kîjanîra ewana xulamtiyê bikin, ceza kim. Û paşê, ewana wê ji wêderê derkevin û li vî ciyî minra xizmetiya pîroz bikin’. 8  Xwedê usa jî tevî Birahîm peymana sinetê girêda. Çaxê Birahîmra Îshaq bû, ewî roja heyşta ew sinet kir. Îshaqra Aqûb bû, û Aqûbra 12 kur bûn, yên ku bûne baveşîr. 9  Birên Ûsiv hevsûdî wî kirin û ew firotine Misirê. Lê Xwedê tevî wî bû 10  û ew ji hemû tengasiyên wî xilaz kir. Xwedê bîlanî da wî û alî wî kir, ku padşê Misirê, Firewin ji wî razî be. Û Firewin ew ser Misirê û ser temamiya mala xwe kire serwêr. 11  Paşê temamiya Misirê û Kenanêda bû xelayî, belê ew tengasîke giran bû, û kal-bavên me bê xurek mabûn. 12  Lê Aqûb bihîst ku Misirêda genim heye, û ewî cara pêşin kal-bavên me şandine wêderê. 13  Gava birên Ûsiv cara duda çûne wêderê, Ûsiv xwe eşkere nîşanî wan kir, û Firewin derheqa malbeta wî pêhesiya. 14  Hingê Ûsiv xeber şand, wekî Aqûbê bavê wî û hemû merivên wî ji Kenanê derên û derbazî Misirê bin. Ewana bi temamî 75 kes bûn. 15  Usa Aqûb derbazî Misirê bû. Wêderê ew û kal-bavên me mirin. 16  Hestiyên wan birine Şekemê û kirine vê tirbê, ku Birahîm Şekemêda ji kurên Hamor pê zîv kirî bû. 17  Gava wext nêzîk dibû wekî Xwedê sozê ku dabû Birahîm bîne sêrî, cimeta Îsraêlê Misirêda gelek zêde bibû. 18  Hingê Misirêda Firewinekî teze destpêkir serwêrtiyê bike, lê ewî Ûsiv nas nedikir. 19  Ewî hindava cimeta meda mixenetî kir, û zorê bavên me kir, ku ewana zarên xweye tezebûyî bihêlin wekî bimirin. 20  Wî çaxî, Mûsa hate bûyînê, û ew bêhesab bedew bû.* Sê meha ew mala bavê xweda dihate xweykirinê. 21  Lê gava dê-bavê wî mecbûr bûn wî bihêlin, qîza Firewin ew hilda bire cem xwe û ça kurê xwe mezin kir. 22  Usa, Mûsa temamiya bîlaniya Misiriya hîn bû, û xeberdan û kirên xweda yekî zor bû. 23  Gava Mûsa 40 salî bû, nêt kete dilê wî, wekî teseliya birên xwe,* kurên Îsraêlê bike. 24  Gava ewî dît ku yekî Misirî neheqiyê ji wan yekî dike, ew parast, heyfa wî hilda û yê Misirî kuşt. 25  Mûsa tirê birên wî wê fem bikin, wekî Xwedê dixwaze wana bi destê wî xilaz ke, lê wana ev yek fem nekir. 26  Roja din, gava ew hate bal wan û dît ku du Îsraêlî hevra şer dikin, ewî dixwest wekî ewana li hev bên û usa got: ‘Camêrno, ne hûn birên hev in? Hûn çima xirabiyê li hev dikin?’ 27  Lê yê ku neheqî li birê xwe dikir, Mûsa def da û got: ‘Kî tu ser me serwêr û hakim kifş kirî? 28  Yan tu dixwazî min jî bikujî, çawa ku te duhu yê Misirî kuşt?’ 29  Gava Mûsa ev yek bihîst, revî û ça xerîb welatê Midyanêda ma. Wêderê du kur jêra bûn. 30  Paşî 40 salî, li beriya Çiyayê Sînayê, melekek nav alava agirê tûmê stiriyada Mûsara xuya bû. 31  Çaxê Mûsa ev yek dît, ecêbmayî ma. Û gava ew nêzîk dibû wekî rind bivîne, dengê Yehowa bihîst: 32  ‘Ez Xwedayê kal-bavên te me, Xwedayê Birahîm, Îshaq û Aqûb’. Hingê Mûsa lerizî û newêribû rind tûm binihêre. 33  Yehowa wîra got: ‘Çarixên xwe ji nigên xwe bêxe, çimkî ciyê ku tu sekinî yî, erdê pîroz e. 34  Belê, min dît wekî cimeta min çawa Misirêda cefê dikişîne. Û min zarîniya wan bihîst û ez peya bûm, ku wana aza kim. Ezê te bişînime Misirê’. 35  Îsraêliya Mûsa înkar kirin gava gotin: ‘Kî tu ça serwêr û hakim kifş kirî?’, lê Xwedê ev Mûsa bi destê melekê ku nav tûmê stiriyada wîra xuya bû, ça serwêr û xilazkar şand. 36  Ewî ewana ji wêderê derxistin, û Misirêda, ber Bera Sor û 40 salî beriyêda nîşan û keremet dikirin. 37  Hema Mûsa bû, yê ku Îsraêliyara got: ‘Xwedê wê ji nava birên we pêxemberekî mîna min bide we’. 38  Mûsa ew kes bû, yê ku tevî kal-bavên me beriyêda bû, kîjanîra melek ser Çiyayê Sînayê xeber dida. Û ewî ji Xwedê xeberên sax û pîroz standin ku bigihîne me. 39  Kal-bavên me nedixwestin gura wî bikin, wana ew înkar kir, û dilê xweda vegeriyane Misirê. 40  Wana Harûnra got: ‘Mera xudana çêke, wekî rêberiyê me bikin. Çimkî em nizanin çi hate serê vî Mûsayê ku em ji welatê Misirê derxistin’. 41  Hingê wana golikek çêkir, vî pûtîra qurban dan, û bona tiştên ku bi destê xwe çêkiribûn, kêf dikirin. 42  Lema Xwedê berê xwe ji wana guhast û hîşt ku ewana steyrkên ezmên bihebînin, çawa kitêba Pêxemberada nivîsar e: ‘Ya mala Îsraêl, gelo 40 salî beriyêda we qurban minra dianîn? 43  Na, we konê Molox û steyrka xudan Refan tevî xwe dibirin, ew pûtên ku we çêkir wekî wana bihebînin. Lema ezê we aksorî Babîlonê wêdatir bikim’. 44  Beriyêda konê kal-bavên meyî şedetiyê hebû. Xwedê Mûsara nîşan kiribû, wekî wî konî çawa çêke, û kon usa hate çêkirinê çawa ewî dîtibû. 45  Ev kon ça milk kal-bavên mera ma, û tevî Yêşû birine welatê ku Xwedê bona xatirê kal-bavên me, miletên din jê derxistin. Ev kon heta rojên Dawid wêderê ma. 46  Dawid qebûlkirina Xwedê stand û hîvî kir, wekî qedir bistîne ku Xwedayê Aqûbra malekê ava ke. 47  Lê yê ku wîra malek ava kir, Silêman bû. 48  Lê Xwedayê Herî Jorin malên bi desta çêkirîda, najî. Çawa ku pêxember dibêje: 49  ‘Yehowa dibêje: “Ezman textê min e û erd ciyê bin piyê min e. Hûnê maleke çawa minra ava kin? Yan ciyê ku ez têda rihet bim, ku ye? 50  Ne ev hemû tişt bi destê min hatine çêkirinê?”’ 51  Serhişkno, dil û guhên we girtî ne! Hûn hertim miqabilî ruhê pîroz dertên. Çawa bavên we dikirin, hûn jî hema usa dikin. 52  Kal-bavên we kîjan pêxember nezêrandin? Wana ew kuştin, yên ku derheqa hatina yê rast* elam dikirin, nemamiya kîjanî we kir û kuşt. 53  Xwedê bi meleka Qanûn da we, lê we ew neanî sêrî”. 54  Gava wana ev yek bihîst, gelek hêrs ketin û diranên xwe ser wî çirikandin. 55  Lê Steyfan bi ruhê pîroz tije bû, li ezmên nihêrî û dît rûmeta Xwedê û Îsayê ku aliyê milê Xwedêyî rastê sekinî bû. 56  Û ewî got: “Va, ez divînim ezmanê vekirî û Kurê Însên li aliyê milê Xwedêyî rastê sekinî”. 57  Lê wana guhên xwe girtin û bi qîrîn hicûmî ser wî kirin. 58  Çaxê wana ew ji bajêr derxist, wî dane ber kevira. Şedên ku ew sûcdar dikirin, kincên xwe danîn ber nigên xortekî bi navê Şawûl. 59  Gava wana Steyfan dida ber kevira, ewî ji Îsa reca kir: “Xudan Îsa, ez jîyîna xwe* didime destê te”. 60  Hingê ew kete ser çoka û bi dengekî bilind got: “Yehowa, vê yekê wanra gune hesab neke”. Gava ewî ev yek got, mir.

Спартьн

Yan “çevê Xwedêda bedew bû”.
Yan “miletê xwe”.
Dêmek Mesîh.
Raste-rast “ruhê xwe”.