KILAMA 108
Hizkirina Xwedêye Helal
(Îşaya 55:1-3)
-
1. Hizkirin û amin,
Tenê tu yî Xwedayê min.
Te bona me Kur qurban kir,
Ewî bona me rê vekir.
Rya rastyêda em bigerin,
Û emê tim bextewar bin.
(LÊWEGERANDIN)
Yên ku tî ne werên vir,
Ava bêheq bistînin.
Ava emir hûn vexwin,
Hizkirin bibînin.
-
2. Hizkirin û amin,
Kifş e bal te Xwedayê min.
Te Kurê xwe kirye Padşa,
Wê hukum ke heta-heta.
Te sozê xwe tam xwey kirye,
Û Padşatî te kifş kirye.
(LÊWEGERANDIN)
Yên ku tî ne werên vir,
Ava bêheq bistînin.
Ava emir hûn vexwin,
Hizkirin bibînin.
-
3. Were em amin bin,
Hizkirinê eyan bikin.
Em alî milûka bikin,
Li ser rya rastyê ew herin.
Meryara em dannasîn kin,
Dilê wan emê şa bikin.
(LÊWEGERANDIN)
Yên ku tî ne werên vir,
Ava bêheq bistînin.
Ava emir hûn vexwin,
Hizkirin bibînin.
(Usa jî binihêre Zeb. 33:5; 57:10; Efes. 1:7).