KILAMA 18
Bona Qurbanê Razî ne
-
1. Yehowa Bavê me,
em ber textê te ne.
Bona hizkirina te
em gelek razî ne.
Pêşkêşeke pir mezin da
te bona me.
Te Kurê xwe şand ser erdê
seva em bijîn.
(LÊWEGERANDIN)
Îsa xûn û canya xwe da,
Bo jîyîn û azadya me.
Bi dil û can,
em tera razî ne, Xwedayê me.
-
2. Heqê ku Îsa da
bi rastî giran bû.
Jîyana wî bêqisûr
û bêkêmasî bû.
Heta ew nehat,
qet hîvya me tune bû.
Lê niha em îda li ser
rya jîyanê ne.
(LÊWEGERANDIN)
Îsa xûn û canya xwe da,
Bo jîyîn û azadya me.
Bi dil û can,
em tera razî ne, Xwedayê me.
(Usa jî binihêre Îbrn. 9:13, 14; 1 Pet. 1:18, 19).