KILAMA 65
Timê Pêş!
(Îbranî 6:1)
-
1. Timê pêş, timê pêş, her gav tu here,
Zêna xwe zêde ke, Xwedê mecalê dide.
Di xizmetyêda tu hê pêşda here,
Xwedê wê te kerem ke.
Tu hemû dera dannasîn ke,
Kirên Îsa tu berdewam ke.
Xwedê tu car nahêle tu bikevî,
Di rastyêda qewî be.
-
2. Timê pêş, timê pêş, mêrxasî bêje,
Mizgînya xêrê tu her kesîra bela ke.
Xwedê Padşa ye, eşq pesnê wî bide,
Mal bi mal tu xizmet ke.
Hergê dijmin te bitirsîne,
Xwe ker neke, ku cimet se ke.
Wa Padşatiya Yehowa îda hatye,
Dil û şa tu hîn bike.
-
3. Timê pêş, timê pêş, vê rêda here,
Di şixulê Xwedêda cêribandî bibe.
Bira Xwedê ruhê pîroz bide te,
Bi şabûnê tije bî.
Tu meriya bi hizkirin hîn ke,
Ku xeber heta dil bighîje.
Alî wan bike wekî pêşda herin,
Ronayêda bimeşin.
(Usa jî binihêre Fîlî. 1:27; 3:16; Îbrn. 10:39).