HIŞYAR BIMÎNIN!
Şerê Ûkraînêda Îda Sala Dudaye Berdewam Dibe—Kitêba Pîroz Çi Hêvî Dide?
Îniyê, 24 Sibatê sala 2023, salek temam bû ku şer Ûkraînêda destpêbû. Li gora hesabekê, weke 300 000 eskerên Ûkraînê û Rûsyayê vî şerîda hatine kuştinê û birîndarkirinê. Û dibêjin ku weke 30 000 binelî hatine kuştinê. Lê ev hejmar diqewime diha zêde ye.
Yazix, ne jî tê kifşê wekî zûtirekê ev şer wê xilaz be.
“Ji wî çaxîva ku eskerên Rûsyayê ketine Ûkraînê, ne jî tê kifşê ku ev şer wê zûtirekê xilaz be. Nayê kifşê ku kê wî şerîda wê serkeve, û ne jî tê kifşê ku ewana wê safîkirineke usa bivînin, wekî şer bidine sekinandinê” (“National Public Radio”, 19 Sibatê, sala 2023).
Ev tiştekî normal e wekî gelek meriv dilteng dibin, ku ji bo vî şerî û şerên din, ser temamiya dinyayê gelek merivên neneheq diçerçirin. Lê gelo Kitêba Pîroz çi hêvî dide? Gelo vê bê wede ku şer bêne kutakirinê?
Şerê ku wê hemû şera bide hildanê
Kitêba Pîrozda tê gotine derheqa şerê ku wê însanetê xilaz ke, ne ku kuta ke. Ev şerê Harmegedonê ye û derheqa vî tê gotinê “şerê wê Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê” (Eyantî 16:14, 16). Bi saya vî şerî Xwedê wê hemû serwêrtiyên meriva bide hildanê, ji bo kîjana ev şerên giran pêşda tên. Seva ku pêbihesin çawa bi saya Harmegedonê ser erdê wê edilayî hebe, van gotara bixûnin: