Hûn Sêkta Emêrîkayê ne?
Ew ku ofîsa meye sereke di Welatêd Emêrîkê Yekbûyîda ne, nade kifşê ewê yekê, ku em sêkta Emêrîkayê ne. Û bona vê yekê çend menî hene:
Bi nihêrandina hineka, sêkta ev kom e yê ku ji rêlîgiyakê qetiya. Lê Şedêd Yahowa ji tu komeke rêlîgiyayê neqetiyane. Dewsê me tezeda sazkir Mesîhtiya qurna yekê.
Şedêd Yahowa bi xîret 230 welata zêdetir, dannasîn dikin. Firqî tune em di kîjan welatîda dijîn, seva me ferz ew e ku aminiyê hindava Yahowa Xwedê û Îsa Mesîh nîşan kin, ne ku hindava Welatêd Emêrîkê Yekbûyî yan jî serwêrêd welatêd dinêna (Yûhenna 15:19; 17:15, 16).
Hemû hînkirinêd me li ser hîmê Kitêba Pîroz in, ne ku li ser hîmê nivîsarêd hine serwêrêd rêlîgiyayê di Welatêd Emêrîkê Yekbûyîda (1 Têsalonîkî 2:13).
Em pey Îsa Mesîh diçin, ne ku pey meriya (Metta 23:8-10).